Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin 2024-04-22 12:01:30   NAVENDA NUÇEYAN- Polîsan li Dêrsim û navçeya Qisleyê bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. Li Dîlokê jî kesek binçav kirin.    Polîsan li navçeya Qisleyê ya Dêrsimê û navenda  Dêrsimê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirin. Polîsan li Dêrsimê Makbule Nakiş, Emine û Eylem û li Qisleyê jî Torun Dilsiz (71) û keça wê Ozlem Dilsiz Çakmak binçav kirin. Hat zanîn ku Torûn Dîlsiz nexweş e.    GOTIN KARGO HEYE Û BINÇAV KIRIN   Li navçeya Şehit Kamil a Dîlokê jî polîsan ciwanê 24 salî Menderez Geçkal binçav kirin. Polîsan gotin kargoya te heye û ciwanê 24 salî Menderes Geçgel binçav kirin.