DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome 2024-04-22 10:47:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê yê DEM Partiyê Tayip Temel, bi minasebeta 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistan daxuyanî da. Temel anî ziman ku têkoşîna heqîqetê bê navber didome.    Rojnameya Kurdistan 126 sal berê di 22'ê Nîsana 1898'an de li Qahîrê dest bi weşanê kir. Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê yê DEM Partiyê Tayip Temel, bi minasebeta 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistanê daxuyanî da.    Daxuyaniya Temel wiha ye:    "Rojnameya Kurdistanê 126 sal berê 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Ev rojname ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya neteweyî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin. Ev rojnameya ku di çapemeniya Kurdî û jiyana entelektuel a Kurdan de bûye xala werçerxê mixabin li sirgûnê di nav şertên dijwar de hatiye derxistin û di bin zext û pêkûtiyan de maye. Digel ku ji welêt dûr hatibe derxistin jî çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye û rastiya gelê Kurd aniye zimên. Rojnameya ku rejîma despot a Abdûlhamîd rexne kiriye ji ber zextan jimarên wê yên 6-31ê ji hêla Abdurrahman Bedirxan ve li Swîsre û Brîtanyayê hatiye derxistin.    Rojnameya Kurdistanê di ronakbûna Kurdan a di sedsala 20an de bûye qorzîberek û ji bo sazîbûna modern a çapemeniya Kurdî roleke giring bi cî aniye. Lewma roja derxistina rojnameyê yanê 22'yê Nîsanê ji sala 1973'yan û vir ve wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. 126 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin. Bi vê taybetmendiya xwe Rojnameya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ji rojnameyekê wêdetir li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê. Lewma dîroka çapemeniya Kurdî wek qadeke têkoşîn û berxwedanê xwe peytandiye û piştî evqas salan digel hemû zext û zordariyan jî têkoşîna xwe ya ronakbîriyê domandiye û xurt kiriye.    Ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90'î de wek ronahiyekê sekna xwe parastiye û di salên 2000'î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye. Gelek bûyerên wek qirkirin, komkujî, tundî û binpêkirinên mafên mirovan bi biryardarî û têkoşîna rojnamegerên Kurdî ji tarîtiyê derketine rastiyê û di dîrokê de ciyê xwe girtine. Ji ber vê biryardariya rojnamegerên Kurdî li ser wan êriş û zext û zordarî tu car kêm nebûne, ew hatine binçavkirin, girtin û sirgûnkirin. Desthilatan bi vî awayî xwestine ku rojnamegerên Kurdî ji rêya heqîqetê dûr bixin. Bi taybetî di 20 salên dawiyê de ji hêla desthilata AKP'ê ve polîtîkayên zextê, êrişên mezin û sansur hatin meşandin, bi OHAL û KHK'yan hemû saziyên Kurdan hatin xesbkirin, rojname, televîzyon, kovar û radyoyên Kurdî hatin girtin. Ev êrişên ku çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan distînin îro hîna jî li dar in. Di salen 90'î de ev êriş wek polîtîkayên tunekirinê rû dan û di roja me de jî wek qetlîmanên li ser rojnamegeran tên meşandin. Wek hevrêyên xwe rojnameger û akademîsyen Nagehan Akarsel jî bi destê vê zihniyetê hat qetilkirin.    Em Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li damezrînerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkar û xemxurên çapemeniya Kurdî pîroz dikin. Em di şexsê Musa Anter, Gurbeteli Ersoz, Nagîhan Akarsel, Hafız Akdemir û Huseyin Deniz de hemû cangoriyên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna wan, mîrasa wan a têkoşînê û berxwedana wan dê her tim rêya me ronî bike."