Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe 2024-04-22 09:01:42   WAN - Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku Abdullah Ocalan ê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e divê di şert û mercên wekhev û azad de be û anî ziman ku dê bi têkoşîna hevpar hem pirsgirêka kurd were çareserkirin hem jî dê tecrîda li Îmraliyê ji holê were rakirin.    Di Girtîgeha Tîfa F ya Îmraliyê de tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin didome. Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi riya telefonê axivî bû û telefon hatibû qutkirin. Kampanyaya gerdûnî ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin berdewam dike. Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyayê de ji 4’ê nîsanê ber bi îro ve dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdîtinên malbat û telefonan.   Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Cemal Demîr ê di navbera salên 2008 û 2011’an de di Girtîgeha Îmraliyê de 7 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk aniye, bi ser tecrîda girankirî axivî.    ‘ÎMRALI PERGALEKÎ DAQURTANDINA HIQÛQÊ YE’   Demîr da zanîn ku tu mînakên tecrîda li Îmraliyê li cîhanên nîn in û wiha got: “Bêedaletî, keyfîyet û hovîtî li Girtîgeha Îmraliyê bûye şêwazekî rêvebirinê. Ji ber wê derdorên hiqûqê jê re dibêjin ‘çalereşa hiqûqê’. Lewma pergala giravê, pergalekî ku hiqûqê daqurtîne ye.”    ‘AVAKARÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E’   Demîr destnîşan kir ku kurd Abdullah Ocalan wekî avakarê çareseriya pirsgirêka kurd dibinin û wiha pê de çû: “Gotinekî zanayê kurd ê Ehmedê Xanî heye; ‘Di vê demê de herkes avakarê dîwarê xwe ye’. Di çareseriya pirsgirêka kurd de jî gelê kurd ji xwe re Ocalan wek avakar dîtiye. Bûye remza raya giştî ya gelê kurd. Lewma di çareserkirina pirsgirêka kurd de divê muxatab were dîtin.”   ‘ÇALAKÎ DENG VEDAN’   Demîr bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Ocalan tên lidarxistin û wiha axivî: “Di mijara çareseriya kurd de helbet divê kesên muxatab jî di şert û mercên wekhev û azad de bin. Li aliyekê Tirkiye li aliyekê Abdullah Ocalan hebe, li dora maseyê divê wekhevî û azadî hebe. Tirkiye xwe nade aliyê çareseriyê û di Rojhilata Navîn de dibe sedema mirinan. Lewma gelek derdor çalakiyan li dar dixin. Çalakiya greva birçîbûnê, çalakiyên Nobeta Edaletê, çalakiyên Meşa Azadiyê di vê çarçoveyê de hatin lidarxistin. Her 3 çalakî jî deng vedan.”    GIRÎNGIYA ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’   Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna hevpar a gelan dê bandorekî erênî ser çareseriya pirsgirêka kurd bike û wiha pê de çû: “Têkoşîna hevpar dê sepana faşîzane û derveyî hiqûqê ya tecrîdê jî dê ji holê rake. Dê Nobeta Edaletê, Meşa Azadiyê û çalakiyên bêîteatiya sivîl mijarê bêhtir têxe rojeva cîhanê. Li aliyê din divê têkiliyên dîplomasiyê yên navneteweyî bên pêşxistin, û ji bo di meclis û parlamentoyan de were nîqaşkirin divê bêhtir xebat werin kirin.”    MA / Hakan Yalçin