Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve 2024-04-22 09:00:29   ÎZMÎR - Rojnameger Yusuf Karadaş anî ziman ku DYA û Îran dixwazin bi ji ber rewşên xwe yên navxweyî, şerê li Rojhilat Navîn bidomînin û da zanîn ku sekna Îsraîlê ya êrişkar û çekdarbûyîna li tevahiya cîhanê, dikare şer ji kontrole derxe.    Êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmeha 2023’yan, tundiya şerê di navbera Îsraîl û Filîstînê de zêde kir û her diçe herêm bêhtir ber bi gengeşiyeke kurtir ve diçe. Êrişên Îsraîlê li dijî Lubnan, Yemen û Sûriyê û herêmê berdewam dikin. Îran herî dawî di 13’ê nîsanê de zêdetirî 300 dironên bi muhîmmatên teqemenî bar kirî û fuzeyan li dijî Îsraîlê êrişa bi navê “wehda rast” li dar xist. Bi ser vê yeke Îsraîl di 19’ê nîsanê de êrişî navenda Haşdî Şabî ya Bexdayê kir. Ji Lubnan û Yemenê êrişên li dijî Îsraîlê û dagirkirina Îsraîlê ya li Xezayê jî dom dikin.    Herwiha di pêvajoya ku êriş pêk tên de endamtiya tam a Filistînê di Neteweyên Yekbûyî (NT) de nehat qebûlkirin. Pêşniyara naskirina dewleta Filîstînê ya di Konseya Ewropayê de ji hêla DYA’yê hate vetokirin. Îngilîstan û Swîsre bêmeyl man 12 endamên konseye yên din jî hemberî endamtiyê deng dan.    Rojnameger Yusuf Karadaş derbarê gengeşiya li Rojhilata Navîn, nêzîkatiya dewletên din a li hember Filîstînê û pevçûnan de ji ajansa me re axivî.   Karadaş anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên bêmeyl mane polîtîkayekî dualî dan meşandin û destnîşan kir ku gotina rayedarên DYA’yî ya ‘Divê Îsraîl û Filîstîn pirsgirêkê di navbera xwe de çareser bikin’ jî rasteqîn nîn e. Karataş da zanîn ku ji her du welatan, yek axa welatê din dagir kiriye û wiha got: “Qala pêkanîna hiqûqê dikin lê belê biryarên NY yên salên 1967 û 1973’yan yên ku derketine Îsraîlê ya ji axa Filîstînê û çareseriya bi 2 dewletî heye. Yên ku dibêjin em hiqûqa navneteweyî û demokrasiye diparêzin dualî tevdigerin. Me vê dualîbûnê di referanduma herêma Federe ya Kurdistanê de dîtibû. Lê NY mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya her netewekî xistiye bin temînatê, piştgirî neda referanduma Kurdistana Iraqê ya di vê çarçoveyê de hatiye kirin. Lewma derdê mêtingeran ne hiqûq e ne jî aştiyê anîn e. Ew tenê berjewendiyên xwe difikirin.”    TIRSA BELAVBÛNA ŞER A DYA’YÊ   Karadaş destnîşan kir ku dewletên rojavayî berjewendiyên Îsraîlê diparêzin û axaftina xwe wiha domand: “Yên ku li dijî bombebarana Îsraîlê ya li Sûriyeyê bêdeng mane, piştî bersiva Îranê ji bo piştevaniyê ketin dorê. Ev bi xwe mijara nêzîkatiya hiqûqê dide der. Tirsa DYA’yê berbelavbûna şer e. Ji ber DYA ji sala 2008’an ve hewl dide hêzên xwe yên leşkeri ji Iraq û Sûriyeyê vekişîne. A rastî dixwaze xurtbûna Çînê rawestîne. Di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de peymanên normalbûnê yên Abrahamê hatin îmzekirin. Ev plan li gorî dilê DYA’yê bû. DYA naxwaze têkiliyên ku saz kirine ji ber şer xera bibin. Herwiha DYA naxwaze Îran li Iraq, Sûriye û Yemênê bandora xwe zêde bike. Dîsa Rûsya jî hêza xwe zêde kir. Ev mudaxile û pevçûn ji hêla DYA’yê de encamên baş dernexist holê.”   ‘DIBE KU ŞER JI KONTROLÊ DERKEVE’   Karadaş da zanîn ku Îran naxwaze bandora xwe ya li herêmê saz kiriye winda bike û diyar kir ku Îran di polîtîkayên xwe yên navxweyî de zehmetiyan dikêşe. Karadaş ser protestoyên piştî qetilkirina Jîna Emînî yên li Îranê derketine jî sekinî û wiha got: “Li dijî rejîma meleyan a derveyî demokratik û bizext bertekekî mezin heye. Ji ber wê dema Îran bersivê dide êrişên li dijî xwe, naxwaze li herêmê şer derkeve. Ji ber wê li aliyekê dixwaze bêdeng nemine li aliyê din dixwaze hêza xwe nîşan bide. Êrişa li dijî Îsfahanê hatiye kirin Îsraîlê hêj jî negirtiye ser xwe lê belê DYA dibêje Îsraîlê pêk aniye. Ev jî nîşan dide ku DYA naxwaze têkeve nav vê gengeşiyê. Helbet îhtîmala ku şerê kontrolkirî ji kontrole derkeve jî heye. Îsraîl nasekine û êrişên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê didomîne. Herwiha li cîhanê her ku diçe çekdarbûyîn zêde dibe. Mirov nikare bêje bê ka dê ev rewş li herêmê şerekî berfireh derxe yan na. Lê belê dikare di herêmê de encamên taluketir derxe holê.”      ‘TIRKIYE LI CEM ÎSRAÎL Û DYA’YÊ YE’   Karadaş têkildarî mijara Filîstînê de bal kişand ser sekna Tirkiyeyê û got ku tevî qetlîamên ku bi aşkerayî tên kirin, têkiliyên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re nesekinîne. Karadaş bi bîr xist ku têkçûna desthila Erdogan a piştî hilbijartinê, AKP neçar ma ku li dijî kirinên Îsraîlê danekirina têxe dewrê û wiha pê de çû: “Li vê derê jî gumanên nêzbûna DYA’yê derdikevin holê. Wezîrê AKP qirkirina Filîstînê qebûl dike lê belê dibêje bi Îsraîlê re peymana herêma serbest a bazirganiyê heye. Pêdiviyên serekê yên hêzên dagirger ji Tirkiyeyê diçin. Herwiha Erdogan girîngiyê dide gengeşiya di navbeta Îran û Îsraîlê. Tirkiye ev demekî dirêje bi Iraq û DYA’ê re hevdîtinan pêk tîne. Tirkiye dixwaze di herêmê de Îranê sînordar bike li aliyê din dixwaze hêzên leşkerî yên PKK’ê bi operasyonan ji holê rake û dewletên din jî piştgiriyê bidin van operasyonan. Ev lêgerîn jî sekinîna cem Îsraîlê ya Tirkiyeyê pir zelal nîşan dide.”    ‘ÇARENÛSA ME BI PIŞTEVANIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’   Karadaş diyar kir ku tevahiya têkoşîna desthilatdariyê ya li herêmê ne ji bo qenciya gelen e û got ku pevçûnên derketine, zextê li gelen dike, rê li ber mêtingeriyê vedike. Karadaş anî ziman ku ji bo pêvajoya pevçûnê xelas bibe, divê dagirkeriya hemû hêzên li herêmê bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Divê her welat ji bo çarenûsa xwe diya bike, têbikoşe. Ev yek ne hêsan e. Lêbelê raperînên salên 2009 û 2010’an ên gelên Rojhilata Navîn vê hêzê derxist holê. Bi qasî ku gel karibin cudahiyên olî, mezhebî û şerên olî danin aliyekê, dê karibin Rojhilata Navîn a ku bi hev re bijîn ava bikin. Mînak dema ku em qala Filîstînê dikin em ne tenê behsa wê derê dikin. Çawa ku pirsgirêka kurd pirsgirêkekî herêmî be, pirsgirêka Filîstînê jî wisa ye û divê ev pirsgirêk bi hemû aliyên xwe ve were çareserkirin. Piştevaniya Filîstînê perçeyekî têkoşîna gelê kurd e. Çarenûsa me hemûyan bi piştevaniya me ve girêdayî ye.”   MA / Tolga Guney