Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket 2024-04-22 08:28:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 227’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “statû di xetereyê de ye” derket.    Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara 227’an de bi manşeta “Statû di xetereyê de ye” cih da nivîsa Rojnameger Amed Dîcle û bal kişand ser polîtîkayên PDK û malbata Barzanî ku çawa Statuya  başûrê Kurdistanê dixin xetereye.  Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Dem dema xweparastinê ye” û cih da nivîsa Nivîskara xwe Gulan Adar û bal kişand ser girîngiya xweparastina civakê ya li dijî polîtîkayên dewletê.    Rojnameyê di binmanşete de jî bi sernavê “Rojnameya yekem a Kurdistanê 126 salî ye” cih da nivîsa Ahmed Kanî ku li ser salvegera rojnameya Kurdistanê nivîsiye. Rojnameyê di vê hejmara xwe de cih da mijara “Pevpeymana Jinê” û bal kişand ser xebatên Tevgera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Huseyîn ji edîtora rojnameya Xwebûnê Melda Bal re axivî û nirxandinên girîng kirin.