Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan 2024-04-19 22:05:41   ENQERE -Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî yê li ser şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Mêrdînê da û got: "Em pêşniyaz dikin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo hewldanên pûç û vala xerc nekin."   Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îdiayên li ser şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn û Amedê derewand û bertek nîşanî Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya yê ku mufetîş şandiye şaredariyan da.   Ayşegul Dogan li ser nivîsa Yerlikaya ya X-ê diyar kir ku çavkaniyên gel bi îdîayên bêbingeh hatine xerckirin. Ayşegul Dogan got, “Em dizanin ku tevî daxuyaniyên hevşaredarên me yên Bajarê Mezin a Amedê û Mêrdînê, kesên ku bi dil û can ji van îdîayên bêbingeh bawer bikin hene. Em pêşniyar dikin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo hewldanên pûç  û vala xerc nekin. Gelo difikirin ku derbarê gendeliyên qeyûman û deynên ku ew li dû xwe hiştine lêkolînê bikin?"