Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin 2024-04-19 08:38:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama qezaya helîkopterê ya li Kenyayê de Serfermandarê Giştî yê Artêşê Francis Ogolla û 10 leşker mirin.    Li Kenyayê qezaya helîkopterê çêbû. Di qezayê de Serfermandarê Giştî yê Artêşê Francis Ogolla û 10 leşker mirin û 2 leşker jî birîndar bûn.    Serokê Dewletê William Ruto bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkopter demekî kin piştî rabûna hewayî ketiye û ji ber windahiyên heyî xemgîn in. Ruto, da zanîn ku li gorî saeta herêmê qeza saet di 14.20’an de çêbû û Hêzên Hewayî yên Kenyayê ji bo sedema qezayê hîn bibin komeke lêkolînê şandine cihê bûyerê. Ruto, got ku wan ji ber qezayê li seranserî welat 3 roj şîna neteweyî ragihandine.