Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn 2024-04-18 11:22:27   WAN - Dema rojnamevan Hakan Yalçin girtî bû bi îdiaya “zirar daye malê cemaweriyê” doz lê hatibû vekirin. Di danişîna dozê de salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li Yalçin hate birîn.    Dema nûçegihanê ajansa me Hakan Yalçin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê dihate ragirtin, bi hinceta zirar daye têlên fens ên hucreyê bi îdiaya “zirar daye malê cemaweriyê” derbarê wî de doz hatibû vekirin.     Di danişîna duyemîn a Yalçin ku li 11’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliyeyê Enqereyê ya Rojava hate lidarxistin de salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere hate li Yalçin hate birîn. Dadgehê di hinceta biryara xwe de cih da van îdiayan: “Roja bûyerê ku bersûc weke hikumxwarî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê dima; li hucreya B-15 ku bersûc lê dima, di kontrolên ji aliyê peywîrdaran ve hatin kirin de hate tespîtkirin ku têlên pencereya odeyê hatine birîn, têl êdî nikare were bikaranîn û bi vî awayî zirar daye malê cemaweriyê…”   Parêzerê Yalçin, Omer Farûk Yazmaci, diyar kir ku têkildarî cezayê hatiye dayîn dê îtîrazî dadgeha îstînafê bike.