ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN 2024-04-17 09:00:14 * Parêzer Yaşar Kaya diyar kir ku dem dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û got: “Em wekî parêzer ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, me serî li Wezareta Dadê da. Em ê di demeke nêzîk de pêvajoyek serlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin."   * Derket holê ku qeyûman 3 milyar û 502 milyon TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.    * Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê, têkildarî çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, diyar kirin ku bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka herkesê ye û bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin.   * Di Doza Kobanê de dê rewşa girtinê ya girtiyan were nirxandin. Beriya danişîna dozê, dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û parêzer daxuyaniyê bidin. (10.00) ZINDΠ   * Dê li gundê Birç ê girêdayî navçeya Wêranşara Rihayê, Cejna Çarşema Sor were pîrozkirin. (10.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê dê li Enqereyê berdewam bike. (13.00-17.00)