Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin 2024-04-16 11:04:09 STENBOL - Di serdegirtinên malan ên Stenbolê de endamên DEM Partiyê jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.    Polîsan li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Mehmet Sidik Mertoglû, Ahmet Korkmaz, Resûl Kaytaz, Besîm Semercî, Mûrat Arslan û Mûstafa Kara hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birine Qereqola Cendermeyan a Maslakê.