Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin 2024-04-15 16:29:50 STENBOL - Rêxistinên hiqûqê yên êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat ê hate qetilkirin, şermezar kirin, diyar kirin ku dê şopdarên pêvajoyê bin û gilî kirin.    Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat ê di sala 1994’an de hate qetilkirin, li Goristana Zîncîrlîkûyûyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Tirkiya daxuyaniyê yek ji rêvebera Şaxa OHD’a Stenbolê Eda Onal, kurdiya wê jî Serokê TOHAV’ê Nûman Ariturk xwend.   ‘ÊRIŞ DIJ MIROVATIYÊ YE’    Ariturk, diyar kir ku berî her tiştî ev êrişa li dijî gora rewşenbîr û hiqûqnasê kurd Medet Serhat hatiye kirin li dijî mirovatiyê ye û wiha got: “Ji ber ku gava kesek dimire ew kes kî be jî, çi kiribe jî divê şûra ji ser bedenê rabe. Lewra mirov dikare bêje meyt û gor bi hevra rûmeta mirovahiyê ne, êdî rûmeta me hevpar e.”    ‘BIRÊZ MEDET TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DAYE’    Ariturk got ku “Birêz Medet emrê xwe yê têr û tije da bi dil û can li hemberî dijmirovatiyê têkoşînek bêhempa daye, li hemberê fikrên neyarî jî berxwedana ji bo rohaniyê daye, parastina gelê xwe kiriye.”   ‘DIVÊ KESÊ EV ÊRIŞA LI DIJÎ MIROVATIYÊ KIRIYE BÊ TESPÎTKIRIN’    Aritûrk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwediyên vê kiryarê bila bizanibin em ê li ser şopa Medetê xwe veneqetin û riya daniye ber me, em ê wesîleya vê êrişê bêtir nas bikin,  ji şewqa ronahiya wî fêde bigirin. Em wek hiqûqnasan dibêjin kesên ev êrişa li dijî mirovatiyê kirî divê bê tespîtkirin û divê bala raya giştî li vê bûyerê be.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, qala Medet Serhat kir û wiha got: “Hêzên kontra kekê Medet qetil kirin. Ew hêj jî sax in. Ew hêj jî li cem desthilatê digerin. Weke Mehmet Agar û Tansû Çîller. Yek ji wan nehate cezakirin. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Yek ji rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Naîm Feyzûllah Emînoglû jî wiha axivî: “Ji me re dibêjin paşeroja xwe ji bîr bikin. Hewl didin ku gelê kurd paşeroja xwe ji bîr bike. GelekÎ ku paşeroja xwe ji bîr bike her tiştê xwe ji bîr dike. Heke îro em bikarin parezeriyeke şoreşger bikin, bikarin parêzeriya gel bikin ev bi saya parêzerên weke Medet Serhat, Faîk Candan û Fûat Eroglû yên di salên 90’î de hatine qetilkirinin.”   Parêzeran pişt re derbasî Edliyeya Çaglayanê bûn û giliyê êrişê kirin.