Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir 2024-04-15 15:34:52   ŞIRNEX - Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî ji lingê wî ve bi çekê birîdar kir.    Li Taxa Cumhuriyetê ya girêdayî navenda Şirnexê zêrevanê bi navê R.B. bi hinceta stendina qer, R.N.G. ê di Midûrtiya Nifûsê de dixebite, bi çekê birîdar kir. Bûyer derdora saet 13.08’an qewimî û welatiyên şahidiya bûyerê kirine agahî dan polîs û tîmên tensuristiyê.     Tîmên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil R.N.G. birin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa tenduristî ya R.N.G. baş e û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.