ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-15 09:00:05 * Gelê Sêrtê ku bendewariyên xwe yên ji Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi vegotin, wiha got: “Li dijî şaredariya qeyûm a bi feraseta yekperest dihate birêvebirin, divê şaredariya me herkesê wekehev bibîne.”   * Endamê YDAD’ê Hidir Sabûr ê got ku “Desthilat dixwaze di kesayeta Abdûllah Ocalan de ji hemû girtiyên din re ceza bigire” li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan kir.    * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dê serdana gora parêzer Kemal Akalin ê di demekî nêzîk de jiyana xwe ji dest da ya li Goristana Karşiyakayê bikin. (12.30)   * Emîne Şenyaşar dê Nobeta xwe ya Edaletê bidomîne. (13.00-17.00)    * TOHAV û OHD dê êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hatiye kirin li Goristana Zîncîrlîkûyûyê şermezar bikin. (13.00)