Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!' 2024-04-14 09:02:48   ÊLIH - Zarokê 17 salî ku polîsan îşkence lê kiribû û serê wî ji 3 cihan re şikandibû, li nexweşxaneyê nehat tedawîkirin. Dozgeriyê bêyî rapora muayeneyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û hate girtin. Ji ber ku girtîgehê got bêyî rapora muayeneya edlî nagirin, bi lez û bez raporek hate amadekirin.     Li Êlihê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijarinên herêmî yên 31’ê Adarê de Şaredariya Êlihê bi dest xist. Piştî pîrozbahiyên di 4’ê nîsanê de, polîsan ciwanê bi navê Suleyman Ç. ê 17 salî bi îşkenceyê binçav kirin. Polîsan bi qebzeya çekê ji 3 cihên cuda sere Suleyman Ç. şikandin. Der barê Suleyman Ç.de di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê de bêyî hincet rapor nehat amadekirin. Suleyman Ç. ewilî birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê pişte re jî sewqî Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hate kirin. Tevî ku rapora muayeneya edlî ya tunebû jî dozger bi daxwaza girtinê Suleyman Ç. sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Êlihê kir. Dadger jî bêyî rapora edlî, biryara girtina Suleyman Ç. da.    RAPORA BI LEZ Û BEZ   Kirariyên derheqê Suleyman Ç. de li gorî prosedûrên hiqûqê nehatin kirin û ev yek jî bû sedem ku Suleyman Ç. ji deriyê girtîgehê vegere. Îdareya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê bêyî rapora edlî, girtina Suleyman Ç. qebûl nekir û vê carê jî bi awayekî lez û bez raporekî muayeneyê hate amadekirin.     Parêzerê Suleyman Ç., Yunus Bagiş ji rêveberiya girtîgehê re da zanîn ku ew nikarin bêyî rapora edlî muwekîlê wî têxin girtîgehê. Bagiş, da zanîn ku bi ser vê yekê bi awayekî lez û bez der barê Suleyman Ç. de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê raporek hate amadekirin. Bagiş, diyar kir ku midûriyeta polîsan, dozgerî û dadgerî derveyî kanûnê kirarî kirine û anî ziman ku ew ê giliya polîsên ku darb kirine, bijîşkên ku rapor nedane, dozgerê bêyî raporê bi daxwaza girtinê sewq kirî û dadgeha biryara girtinê daye bike.    BI SERÊ JI 3 CIHAN VE ŞIKESTÎ Û BÊYÎ RAPOR HATE GIRTIN   Bagiş, bi bîr xist ku piştî pîrozbahiyan polîsan bi ava şid mudaxile li girseyê kir û wiha axivî: “Kesên di temenê zarokan de bûn girtin û li wan dan. Yek ji van jî muwekîlê min e. Serê wî ji sê cihan şikandin û ew birin nexweşxaneyê. Li vê derê kirarî nayê kirin û wî dibin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê. Li gel ku serê wî şikestibû, nexweşxaneyê rapor neda. Bi vî awayî wî dibin TEM’ê. Me li vê derê pê re hevdîtin kir û îşkenceya lê hatiye kirin jê bihîst. Dema ku ew sewqî dozgeriyê hate kirin me mijara raporê anî ziman. Lê belê dozgerî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Me li vê derê jî daxwaza raporê kir. Lê belê dadgeh xwest were girtin. Piştî girtinê birin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê got ku bêyî rapor ew nikarin têxin (Suleyman Ç) girtîgehê. Bi ser vê yeke bi awayekî lez û bez li nexweşxaneyê raporekî amade kirin. Li gel van tiştan muwekîlê min xistin girtîgehê û piştre jî sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Ji ber li Êlihê girtîgeha zarokan nîn e, ew sewqî vê derê kirin.”    ‘EM Ê GILÎ BIKIN’   Bagiş, destnîşan kir ku bêhiqûqiya bi binçavkirinê dest pê kiriye bi girtinê dom kir û axaftina xwe wiha domand: “Me tevahiya pêvajoya bêhiqûqiyê belge kir. Em ê bi belgeyên binpêkirinê yên di deste me de, kesên di vê pêvajoya bêhiquqiya zincîrî de cih girtine gilî bikin.”    ÊZEBÊHIQÛQTIYÊN HATINE KIRIN   Bagiş, daxuyand ku tevî der barê muwekîlê wî de tu delîlên şênber nîn in jî hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: "Hinceta girtina wî ‘Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi ser navê rêxistinê sûc kiriye.' Wekî tê zanîn ev hinceta girtinê hatibû betalkirin û bi pakêta darazê ya 8’emîn careke din ev made xistin dewrê. Muwekîlê min dema belavbûnê de xistine wesayîta polîsan û îşkence lê kirin. Ev tişt tevî ku di nav tu çalakiyan de nebû û dema diçû mala xwe, hatin jiyîn. Hewldaneke êrişê ya li dijî rayedar û malê  cemaweriyê nîn e. Di nava dîmenên nav dosyeyê de jî nîn e. Ev ji hêla me û dozgeriyê ve jî hate lêkolînkirin. Yek delîl jî nîn e lê belê bi awayekî bêhiqûqî hate girtin. Ev bêhiqûqî bû rêzebêhiqûqtî."    MA / Fethî Balaman