ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN 2024-04-14 09:00:44     * Zarokê 17 salî ku polîsan îşkence lê kiribû û serê wî ji 3 cihan re şikandibû, li nexweşxaneyê nehat tedawîkirin. Dozgeriyê bêyî rapora muayeneyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û hate girtin. Ji ber ku girtîgehê got bêyî rapora muayeneya edlî nagirin, bi lez û bez raporek hate amadekirin.    * Aborînas Îzzettîn Onder destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên di çareserkirina pirsgirêka kurd de yekser bandorê li aboriyê dike û vê jî bandora xwe li hilbijartinan kiriye. Onder, got ku di halê hazir de gotina îktîdarê “ewllehiya welat” bandor li gelan nekiriye.    * TJA dê têkildarî encama kampanyaya bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve” hatibû destpêkirin li Mêrdînê daxuyaniyê bide. (10.45) ZINDÎ   * Dê têkildarî Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li Amed, Stenbol, Êlih, Wan û Edeneyê daxuyanî bê dayîn. (12.30)