THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin 2024-04-14 08:12:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Seferên balafirên THY, AJet û Pegasusê yên ji Stenbolê diçûn Tehran û Îsfehenê hêj ji Tirkiyeyê derneketin hatin vegerandin.    Îsraîlê li dijî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê êriş pêk anîbû û du fermandarên Mihafizên Şoreşê hatibûn kuştin. Îranê şevê din dest bi êrişên li dijî Îsraîlê kir. Piştî van geşedanan, balafirênên Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) ên ji Stenbolê diçûn Tehran û Îsfehenê hêj ji Tirkiyeyê derneketîn hatin li Stenbolê hatin vegerandin.    Ji ber rageşiya di navbera her du welatan de, Rêyên Hewayî yên Pegasusê jî ji bo du rojan seferên xwe betal kir. THY, AJet û Pegasusê ragihandin ku balafirên ji bo Îranê şandin vegerandine. Her wiha Iraq û Lubnanê jî sehaya hewayî li firîna balafiran girt.