Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn 2024-04-13 18:45:14   ANTALYA - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî qezaya teleferîkê ya li Antalyayê daxuyanî da û diyar kir ku derbarê 13 kesên firmaya teleferîkê bi rê ve dibin û yên bi tamîrkirin û lênêrîna xetê berpirsyar in, biryara binçavkirinê hatiye dayîn.    Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî qezaya teleferîkê ya Tunektepeya navçeya Konyaaltiya Antalyayê, ser hesaba xwe ya medya dijital daxuyanî da. Yilmaz daxuyand ku 13 kesên fîrmayê bi rê ve dibin û yên ji tamîrkirin û lênêrîna xeta teleferîkê berpirsyar in hatine binçavkirin.    ŞANDEYA LÊKOLÎNÊ HATE AVAKIRIN   Tunç di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo lêkolîna bûyerê, şandeyekî lêkolîn û keşfe ya ji dozgerekî  komarê, 2 pisporên tenduristiya kar û ewlehiyê, 2 pisporên makîneyê, û kesekî pisporê ceyranê pêk tê, hatiye avakirin.