Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin 2024-04-13 11:54:10 ANTALYA - Di karesata teleferîkê ya Antalyayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û xebatên ji bo rizgarkirina kesên asê mane didomin. Heta niha ji 16 kabînan 128 kes hatin tehliyekirin û xebatên ji bo xelaskirina 43 kesan jî didomin.    Li Tesîsa Teleferîkê ya li Tunektepe ya navçeya Konyaalti ya Antalyayê stûnek ji ber sedemeke nediyar wergeriya. Kabîna ku li stûnê ketî jî parçe bû û 8 kesên tê de ketin devera bikevir û birîndar bûn. Li ser îxbara welatiyên li derdorê, komên agirkujiyê, polîs, tenduristî û lêgerîn-rizgarkirinê li herêmê hatin sewqkirin. Komên xwe gihandin herêmê dan zanîn ku welatiyê bi navê Memîş Gumuş jiyana xwe ji dest daye û Ozlem Şahîn, Kaan Akgun, Fatîh Gumuş, Kezîban Çapar Gumuş, Lutfullah Kerîm Gumuş, Herdem Eyupoglû û hemwelatiyê Kirgizistanê Akmaral Abdyldaeva jî birîndar bûne. Birîndar piştre bi helîkoptera Fermandariya Ewlehiya Peravê hatin tehliyekirin.    Ji ber ku pergala teleferîkê sekinî, li 24 kabînan bi sedan kes asê man. Ji komên rizgarkirinê yên bajarên derdorê alîkarî hate xwestin. Her wiha helîkoptereka cendirmeyan jî duh bi şev tev li xebatên rizgarkirinê bû.    XEBATÊN TEHLIYEKIRINÊ DIDOMIN   Ji bo xebatên rizgarkirinê, li Fermandariya Ewlehiya Peravê ya li nêzî navenda biryargehê ya teleferîkê navenda krîzê hat avakirin. Di xebatên rizgarkirinê yên heta niha de 128 kesên di 16 kabînan de hatin tehliyekirin. Xebatên ji bo rizgarkirina 43 kesên di 8 kabînên din de jî berdewam in. 6 kesên hatin rizgarkirin bi ambulansan sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.    Serokê AFAD’ê Okay Memîş jî têkildarî qezayê agahî da û got ku kesekî jiyana xwe ji dest daye, 7 kes birîndar bûne, 128 kes hatine tehliyekirin û xebatên ji bo rizgarkirina 43 welatiyan jî didomin. Di heman demê de Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.