Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin 2024-04-13 11:14:15   MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin.    Yekitiya Odeyên Esnaf û Zianaetkaran a Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem kir. Bi zema heyî re li navend û navçeyên Mêrdînê nanê 200 gram ku bi 6 lîreyan bû derket 8 lîreyan û nanê pîde yê 400 gram ji 12 lîreyan derket 16 lîreyan. Kîloya nan bû 40 TL û ya peqsîmetê jî bû 47,50 TL. Hevîrê lehmecûn û sembusekê ji 3 lîreyan derket 4 lîreyan, 100 gramên sîmîdê û poxaça ji 7 lîre û nîvan derket 10 lîreyan.    Ji bo buhayê pijandinê jî zem hate kirin. Pijandina 100 gramên hevîr êdî bû 8 TL û pijandina tirşikê jî bû 40 TL.