Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin 2024-04-12 19:21:54   AMED - Hevşaredarên Licê mazbatayên xwe girtin. Bi sedan kes hatin şaredariyê.   Hevṣaredarên DEM Partiyê yên Licê Diyar Dilek û Firat Demir û endamên meclisê mazbatayên xwe girtin. Bi sedan kes tevlî merasîma girtina mazbatayê bûn.    Piştî girtina mazbatayan bi sedan kes li ber erbaneyan ji ber edliyê meşiyan ber şaredariyê. Parlamenter Adalet Kaya li vir axivî û malavayiya gel kir û got ku gel îradeya xwe li ser sindoqan nîşan daye.   Piştre girse derbasî şaredariyê bû.