Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê 2024-04-12 10:24:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Mexmûrê ji bo bijartina hevşaredarên nû çûn ser sindoqê.    Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo hilbijartina hevaşaredarên nû, ji saetên serê sibehê ve çûn ser sindoqê. Li 8 navendên wargehê sindoq hatine danîn û dengdayîn didome. Di hilbijartinê de 4 namzetên hevşaredariyê û 20 endamên encumeniyê di pêşpirkê de ne.  Ji wan dê du hevşaredar û 7 encumen bên hilbijartin.    Dengdayîn serê sibehê saet di 08.00’ê de dest pê kir û dê saet di 17.00’ê de bi dawî bibe.    Hilbijartinên li kampê her du salan carekê tên lidarxistin.