Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû 2024-04-12 09:05:00   ÎZMÎR - Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglu destnîşan kir ku encamên hilbijartinên herêmî nîşan dan ku polîtîkayên desthilatê ji hêla gel ve nehatine qebûlkirin û anî ziman ku têkoşîna Wanê li AKP’ê paş de gav da avêtin, ji bo muxalefetê jî bû ezmûnekî baş.    Desthilata AKP’ê û MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de tevî bajarên mezin gelek şaredarî winda kir. Piştî têkçûna mezin ev demeke pêjn ji AKP’ê dernakeve û polîtîkayên AKP’ê yên rojên pêş dê çawa be pir tê mereqkirin. Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglu der barê encamên hilbijartinan, polîtîkayên muxalefet û desthilatê de axivî.    Aksoyoglu ji bo têkçûna desthilatê nirxandina “qezaya trafîkê” û ji bo serkeftina muxalefetê jî pênaseya “lihevkirina bajar” kir. Aksoyoglû, wiha domand: "Partiyên muxalefetê di hêla rêveberiyên herêmî de nîşan dan ku dikarin bibin alternatîfa desthilatê. Lê belê desthilat şûna li xwe vegere, bêhtir pê li xazê dike. Ji hêla muxalefeta civakî talûkeyeke wiha heye; hilbijêrên ku guh nedane daxwazên ‘Reîs’, dikarin rasterast bere xwe bidin ‘Reîs’ jî. Dibe ku encamên hilbijartinên herêmî derbasî hilbijartinên giştî nebe. Çendekî hilbijêran difikirin ku şûna ‘Reîs’ pê li frenê bike, pê li xazê dike. Ez difikirim ku dê desthilat di hilbijartinên giştî de lêgerînên çareserkirina van tiştan de be.”    ‘HILBIJÊRÊN AKP’Ê BÛNE DU PARÇE’   Aksoyoglu anî ziman ku divê têkçûna desthilatê tenê bi xwe vekişandina hilbijêrên AKP’ê nayê pênasekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên hatine jiyîn ji hêla muxalefetê serkeftin e. Tevgera kurd li dijî polîkaya qeyûm jinûve xwedî li şaredariyên xwe derket. Ev yek serkeftinek e. Lê belê divê em serkeftinê zêde mezin nekin nexwe em ê rastiyê baş nebinin. Li aliyekê bandora polîtîkayên ewlehiyê û hilbijartinên di bin şert û mercên zextan de hatine kirin heye li aliyê din bandora paşdeçûna jiyana aborî û civakî ya çîna navîn heye. Hilbijêrên AKP’ê bûne du parçe. Aliyek qet neçû ser sindoqan, aliyê din piştgirî da CHP’ê û Partiya Yenîden Refahê (YRP). Divê ev dane baş bên hesapkirin.”    ‘WANÊ DESTHILAT LI PAŞ XIST’   Aksoyoglu da zanîn ku ji bo rewşa di hilbijartinên herêmî derketiye holê, di hilbijartinên giştî jî were bidestxistin, divê çepa navendî û tevgerên çepgir û sosyalîst ji xwe re qadekê vekin û wiha pê de çû: “Divê Amed, Wan, Edene, Îzmîr cuda cuda werin nirxandin. Çima li Îzmîrê deng kêm bûn an jî li Edene û Mêrsînê bandora endamê ku kurd jî dixwazin dê çawa be divê were lêkolînkirin. Heke rexneya vê yeke xurt were kirin, dibe ku muxalefet ji vê pêvajoyê xurt derbikeve. Taybetî jî hewldana xespkirina Wanê sînorên desthilatê da diyarkirin û ev pir girîng e. Muxalefeta ku ÎYÎ Partî ne di nav de bû ezmûneke baş da. Ev helwest dê polîtîkayên qeyûm û sînorên desthilatê diyar bike. Hatina muxalefetê ya ba hev û hişyarkirina civakê dê nîşan bide bê ka desthilat çiqas lewaz e. Divê di van mijaran de paş de gav neye avêtin. Coşa lihevkirina bajar li Wanê dom kir. Heke ev yek were domandin dê karibe di vir de serkeftinek were avakirin.”   ‘AKP DÊ GUHERÎNÊ DI NAVA XWE DE BIKE’   Di berfirehiya nirxandinên xwe de Aksoygolu da zanîn ku li gel encamên derketine, desthilat dikare polîtîkayên xwe hişktir jî bike û ev tişt gotin: “Mudaxileyên Sûriyeyê û herêmên kurdan ji hêla raya giştî ve zêde nayê erêkirin. Desthilat hewl dide bi lêgerîna petrola Behre Reş û gengeşiya Egeyê sor bike û ji vê derê polîtîkayeke ewlehiyê derxe û bala raya giştî bide van aliyan. AKP ji bo desthilata xwe bidomîne neçare e ku pêvajoyekê bide destpêkirin. Hemû geşedan nîşan didin ku Erdogan neçar e ku di politikaya xwe de guherînekê çêke. Lê belê ez di vê guherînê de îhtîmala nermbûnê nabînim. Heke nerm bibe dê gelek hevsengî ji hev veqetin. Pariyên wek MHP, HUDA PAR û Partiya Yekitiya Mezin (BBP) hene ku destûr nadin nermbûnê û dê karibin valahiya ji AKP’ê çêdibe tije bikin. AKP dê guherînê di nava xwe de çêbike.”     Di dawiya axaftina xwe de Aksoyoglu diyar kir ku divê muxalefet bêhtir nêzîkî hev bibe û wiha derbirî: “Li welat pirsgirêka kurd heye. Di rêveberiya herîmî de ev yek nehat dîtin. Tenê lihevkirina bajar û li çend cihan hevdîtin pêk hatin. Lê belê pêdivî bi zêdetirê heye. Li gel vê yeke divê di mijara pirsgirêka kurd de bêhtir wêrek were tevgerîn. Ez ê bale bikeşim ser rapora bi nav û deng a pirsgirêka kurd a SHP’ê. Heke partiyek hebe ku dem bi dem karibe li hember hin derdorên civakê bisekine, partiyeke demokratik ku van pêvajoyan bide pêşiya xwe û bimeşe, di hêla civaka Tirkiyeyê de dema asteke nû dê were.”     MA / Delal Akyuz