Cezayê pere li Amedsporê birîn 2024-04-11 18:34:41     AMED - PFDK 84 hezar lîre cezayê pere li Amedsporê birî.    Lijneya Dîsiplîna Futbolê ya Profesyonel (PFDK) 84 hezar lîre cezayê pere li Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a TFF'ê de yekemîn e, birî. Ji bo birîna ceza jî, dema maça di navbera Amedspor û Înegolsporê de dihat lîstin “bûyerên ku alîgir bûne sedem”  wek hincet hate nîşandin. Hat zanîn ku dê Amedspor ji cezayê re îtîraz bike