Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane 2024-04-11 13:27:57 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê ji bo maça ku dê di 14’ê nîsanê de di navbera Kastamanouspor û Amedsporê de were lîstin, li du noqteyên cuda yên bajar ekranên ledê dane.  Amedspor bi 74 puanan di Koma Sor a lîga 22’yemîn a TFF’ê de di rêza yekemîn de ye. Di hefteya 33’yemîn a lîgê de Amedspor dê di 14’ê nîsanê de bi Kastamonusporê re bilîze ku bi 71 puanan di rêza duyemîn de ye. Di navbera her du tîman de tenê 3 puan ferq hene û maç dê di roja yekşemê saet di 15.00’an de li sehaya Kastamonusporê bê lîstin.    Amedspor dixwaze rêza xwe ya yekemîn biparêze û maçeke krîtîk e. Şaredariya Bajraê Mezin a Amedê ya DEM Partiyî jî guh da daxwaza xelkê bajar û ji bo ku futbolhez bikarin maçê temaşe bikin, dê li Meydana Kentê û Park Ormanê du ekranên ledê dane.    Şaredariyê li ser hesaba xwe ya X’ê bi zaraveyên kurdî kurmancî û dimilî û bi zimanê tirkî peyamek parve kir û wiha got: “Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo futbolhez bikarin maça di 14’ê nîsanê di roja yekşemê de di navbera ‘Kastamonuspor û Amedsporê’ de temaşe bikin, em ê li Meydana Kentê û Park Ormanê ekranên ledê danîn. Em ji Amedsporê re serkeftinê dixwazin.”