Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin 2024-04-11 11:44:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Sûcên îstîsmara zayendî yên li dijî zarokan zêde dibin û li gorî daneyên Wezareta Dadê; di sala 2023’yan de ji ber sûcê “îstîsmarkirina zarokan” zêdetirî 31 hezar û 216 dosya hatine vekirin.    Sûcên zayendî yê li dijî zarokan zêde dibin û li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); di sala 2022’yan de zarokên hatin an jî anîn cem yekîneyên ewlekariyê, li gorî daneyên sala 2021’ê ji sedî 20,5 zêde bûye û derketiye 601 hezar û 754. Ji zarokên bûne mexdûrê sûc ji sedî 13,7 jê mexdûrên sûcên zayendî ne. Di sala 2022’yan de li dijî 31 hezar û 890 zarokan sûcê zayendî hate kirin.    HEJMARA DOSYAYAN 30 HEZAR DERBAS KIR   Li gel dosyayên ji sala 2022’yan mayîn, hejmara dosyayên li dadgehên cezayê 30 hezar derbas kir. Di sala 2023’yan de ji ber sûcê îstîsmarkirina zarokan bi giştî ji bo 14 hezar û 919 dosyayan biryar hate dayîn. Bersûcên di dosyayan de 16 hezar û 472 û hejmar sûcên di dosyayan de derbas dibin jî weke 18 hezar û 739 hate ragihandin.    7 HEZAR KES JI BER 'ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ’ HATIN GIRTIN    Di sala 2023’yan de 7 hezar û 88 kes ji ber sûcê îstîsmarkirina zarokan hatin girtin. Cezayên 344 kesên li dadgehên cezayê ji ber îstîsmarkirina zarokan dihatin darizandin jî hate taloqkirin. Li gorî îstatîstîkan, hejmara kesên di dosyayên îstîsmarkirina zarokan de dihatin darizandin û beraet kirin jî weke 7 hezar û 108 hate ragihandin. Li dadgehên cezayên ji ber sûcê “îstîsmarkirina zarokan” niha 31 hezar û 216 dosya hene.