Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin 2024-04-11 09:11:43   EDENE - Par li Edeneyê jina bi navê A.C. hewl dabû êrişî avahiya HDP û Partiya Çepên Kesk bike ku her du partiyan heman avahiyê bi kar dianî. Gava endamên partiyê ew zevt kiribûn, gotibû "Polîsan ez şandime." Der barê A.C.'yê de bi sûcê "gefa bi çekê doz hat vekirin.    Di 20'yê Tebaxa 2023'yan de li navçeya Seyhan a Edeneyê jina bi navê A.C. hewl dbaû êrişî avahiya HDP û Partiya Çepên Kesk bike ku her du partiyan heman avahiyê bi kar dianî. Piştî bûyerê A.C. hat binçavkrin û Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Edeneyê jî ew bi şertê kontrolkirian edlî serbest berda. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê piştî 8 mehan lêpirsînê temam kir.   Îdianame ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edeneyê vê hat qbeûlkirin. Danişîna ewil wê di 3'yê Cotmehê de bê lidarxistin.   Di îdianameyê de hat xwestin ku A.C. bi sûcê "gefa bi çekê" bê cezakirin.    Gava endamên partiyê A.C.'yê zevt kiribûn, wê gotibû polîsan wê şandiye.