Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin 2024-03-29 09:02:59   SÊRT – Hevserokên DEM Partiyê yên Misircê ji bo mitînga ku dê di 30’yê adarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Werin em bi hev re serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de li qada mitîngê pîroz bikin.”   Xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê bênavber didomin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Misircê ya Sêrtê jî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Misircê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û hunermend Kadîr Çat mitîngekê li dar bixe. Hevserokên navçeyê Naîl Asma û Sûltan Yorûlmaz banga tevlibûnê kirin û xwest in ku divê gelê Misircê bi tevlibûna xwe ya mitînga 30’yê adarê encama hilbijartina 31’ê adarê diyar bike.    ‘DIVÊ EWIL EM QEYÛMAN BIŞÎNIN’   Hevserokê DEM Partiyê yê Misircê Naîl Asma da zanîn ku hemû hilbijartin ji bo wan girîng in, lê belê ev hilbijartin ji bo şandina qeyûman xwedî taybetiyeke cuda ye. Asma diyar kir ku divê di hilbijartina 31’ê adarê de ewilî qeyûm bişînin. Asma bi bîr xist ku serdemekê şaredarî di destê AKP’ê de bûye, lê ev serdemek e jî qeyûm şaredariya Misircê bi rê ve dibe û got ku heta niha tu sozên xwe neanîne cih. Asma bi domdarî wiha got: “Soza parkçêkirinê dane û hêj jî didin. Lê park, yekemîn di serdemên me de hatine çêkirin. Ev nêzî deh sal in ew vî bajarî bi rê ve dibin hêj jî park çênekirine û di ser de qeyûm navê Parka Ehmedê Xanî rakiriye. Heke em 31’ê adarê serbikevin em ê careke din navê Ehmedê Xanî li wê parkê bikin. Her wiha binesaziya Misircê çêkirine, lê her 15 rojan careke cihek diteqe. Xizmeteke baş nekirine, lê gelek deyn çêkirine. Nêzî 300 tirîlyon deynê şaredariyê heye. Ew ji bo gelê Misircê nayên ser kar, ji bo berjewendiyên dixebitin.”   ‘JI HEFT SALÎ HETA HEFTÊ SALÎ EM LI BENDA HEMÛ GELÊ XWE NE’   Asma bi bîr xist ku 30’ê adarê mitînga wan heye û ji heft salî heta heftê salî hemû gelê Misircê vexwand mitîngê. Asma diyar kir ku ev mitîng ji bo encama 31’ê adarê gelek girîng e û wiha dirêj kir: “Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û ji bo ciwanan jî hunermend Kadîr Çat dê tev li mitînga me bibin. Ciwan bingeha vê partiyê ne û divê tu kes 30’ê adarê di mala xwe de nemîne û bê mitîngê. Me hemû amadekariyên xwe yên mitîngê pêkanîne û em ê qada mitîngê bikin qada Newrozê. Divê em 30’ê adarê serkeftina xwe ya hilbijartinê îlan bikin. Ez hemû gelê xwe yê gundan, bajarokan, ciwanan, rûspiyan û dayikan 30’ê adarê di saet 13.00’an de vedixwinîm qada mitîngê. Ez hêvîdarim em ê hilbijartinê de jî serbikevin û ev serkeftin dê bibe serkeftina azadî, aşitî û wekheviyê. Divê em hevalên di zîndanan de jî kêfxweş bikin û serkeftina Misircê diyariyê wan bikin.”   BANG LI JINAN KIR   Hevseroka DEM Partiyê yê Misircê Sûltan Yorûlmaz jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û anî ziman ku jinên li Misircê dijîn pirsgirêkên bêkariyê dijîn û ji ber civaka feodal paş de mane. Yorûlmaz ji bo ku ew 31’ê adarê ser bikevin û mizgîniyê bidin gelê xwe jinên li navçeyê vexwand mitîngê û wiha berdewam kir: “Serkeftina me ya 31’ê adarê di eslê xwe de serkeftina we ye, bi dawîkirina vê başdemayînê ye. Ev ax axa me ye, ev av ava me ye, ev welat welatê me ye. Gava me şaredarî sitandin em ê ji bo ku jin pêş ve biçin bixebitin û ez weke hevseroka vî bajarî soz didim. Em weke partî me da nîşandan ku jin ji bo me çiqas girîng in û hemû cihan jî dizane. Em ê 30’ê adarê fînala xwe ya mezin bikin û em dixwazin hemû gelê me yê Misircê û taybetî jî jinên li Misircê dijîn di nava me de bin. Werin em bi hev re coşeke mezin biafirînin û werin em bi hev re biharê pêşwazî bikin. Werin em bi hev re serkeftina 31’ê adarê di 30’ê adarê de li qada mitîngê pîroz bikin.”