Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan 2024-03-28 09:02:19   WAN - DEM Partî ya li dijî hîleyên AKP'ê ku leşker û polîs wekî hilbijêr veguhest bajarên cuda, kampanyaya hilbijêrên livdar da destpêkirin, li hemberî xespkirina vînê û qeyûman gel vexwend ser sindoqê.    Kampanyaya hilbijêrên livdar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku welatiyên li bajarên dûr vediguhêzîne bajarê wan, rastî eleqeyeke zêde hat.   Serlêdanên li Komîsyona Hilbijêrên Livdar a DEM Partiyê her diçe zêde dibin. Bi taybetî li Wan, Bedlîs û Qersê gelek serlêdan hatin kirin. Serlêdan duh bi dawî bûn. Li Wanê tenê herî kêm 8 hezar kes serî li Navenda Ragihandinê ya Hilbijêrên Livdar da.    HILBIJÊRÊN LIVDAR   Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê kampanyaya hilbijêrên livdar a DEM Partiyê ya li dijî hîleyên desthilatê ku hilbijêrên "sixte" qeyd kirine, rastî eleqeyeke mezin hat. Hevberdevkê Hilbijêrên Livdar ê Tetwanê Safter Altûn bi bîr xist ku desthilat xebatên "endezyarî" dimeşîne û hilbijêran vediguhêze hin deverên Kurdistanê yên krîtîk. Altûn diyar kir ku zêdeyî 700 hilbijêr li ser Taxa Kaleyê ya Tetwanê hatine tomarkirin û got: "Li hemberî vê yekê em hilbijêrên xwe yên livdar vediguhêzînin û wan dibin ser sindoqê."   Altûn bal kişand ku li Tetwanê nêzî 4 hezar hilbijêr li derve ne û got ku armanca wan ew e ku ji hezarî zêdetir hilbijêran veguhezînin. Altûn got: “A rast, em bi rayan hilbijartinê winda nakin. Pergal gelek kes veguhastine vir. Em ê jî li hemberî vê hilbijêrên xwe bînin. Ev jî beramberiya vê ye. Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Divê her kes beşdarî hilbijartinê bibe. Dem dema me ye. Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin."   PERGAL ÇAWA DIXEBITE?   Altûn destnîşan kir ku hilbijêrên livdar piranî karker, xwendekar û kesên ji ber şert û mercên aborî koç kirine û wiha got: “Em ê wan bînin Tetwanê û wê biçin ser sindoqê. Me agahî li ser medyaya civakî ya partiyê parve kir. Bi vî awayî gihaştin me. Navenda me li ser vê yekê pergalek ava kiriye. Em ê qeydên xwe di vê pergalê de bikin."   Namzeta Meclisa Giştî ya Bajêr a Tetwanê ya DEM Partiyê Bêrîvan Canbeyê jî bi bîr xist ku wan şaredariya Tetwanê bi nêzî 300 dengî winda kiriye û got: “Em hemû dizanin ku bi awayekî neqanûnî gelek kesa wekî hilbijêr tînin bajarên Kurdistanê. Lê em bibiryar in ku ya xwe bi dest bixin. Em bang li her kesî dikin ku mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Em jî ji bo vê derfetekê pêşkêş dikin. Em şaredariya xwe ya ku bi 300 dengî ji dest me çûbû bibîr bînin û em bên cihê ku raya me lê ye."    QERS    Li Qersê gelek hilbijêr li derveyî bajêr in. Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a DEM Partiya Qersê Ayhan Kûrtalan diyar kir ku ji bo hilbijêrên ji derveyî bajêr bînin ketine nava hewldanan. Kûrtalan diyar kir ku armanca wan ew e ku bi vê kampanyayê îradeya gel di sindoqan de nîşan bidin û got ku kesên ku navnîşana wan li Qersê ne, lê ji ber aboriyê li derve ne û xwendekarên li derve hene û piraniya wan hilbijêrên DEM Partiyê ne.    Kûrtalan diyar kir ku li Qersê nêzî hezar hilbijêrên li dervayê bajêr hene û wiha got: “Her wiha nêzî hezar kesön nexwestın jı partıyö re bıbın bar ji pöwendi bı me re danin."    Kûrtalan ku got "Divê Qers îradeya xwe diyar bike" wiha domand: "Wekî ku tê zanîn li gelek bajarên Kurdistanê dixwazin bi hilbijêrên ji derve vediguhêzînin vîna gel bê desteserkirin. Em jî vê lîstikê bi veguhastina hilbijêrên xwe xera dikin."