Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin! 2024-03-28 09:01:15   STENBOL - Xizmên girtiyan ku bertek nîşanî girtina Hatîce Yildizê dan, wiha gotin: "Bila pêdiviyên zarokên me bên dabînkirin da ku em pereyan neşînin."   Hatîce Yildiz a ku pere ji keça xwe ya girtî û hevalên wê re şand, bi hinceta "pere ji rêxistinê re peyda kiriye" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî ku ceza hat pesendkirin, Yildiz hat girtin. Yildiz li ser sedyeyê ji malê hat derxistin û ew bi vî awayî birin girtîgehê. Yildiz a 75 salî, gelek nexweşînên wê hene. Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan bertek nîşanî vê yekê dan û ji bo berdana Yildizê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn.    XIZMÊN GIRTIYAN BERTEK NÎŞAN DAN   Malbatên girtiyan jî bertek nîşanî girtina Yildizê dan. Fînce Akman, dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 3 a Sîlîvriyê diyar kir ku kesên ev biryar dane ne xwedîwijdan in. Dayik Akmanê got: "Tu bawerî û exlaq vê yekê qebûl nake. Cara ewil e em tiştekî wiha dibînin. Mirov ji ber ku pere ji keça xwe re şandiye nayê girtin. Kesa ku ev pere şandiye extiyar û nexweş e. Nikare bi tena serê xwe bijî."    Akmanê anî ziman ku dewlet ji jineke nexweş a 75 salî ditirse û wiha got: "Hûn ji dayikên kurd û kurdan ditirsin. Ji bo bûyereke bi vî rengî, mirov çi bibêje kêm e."    Akmanê ku got “Ma em ji zarokên xwe yên di girtîgehê de pereyan neşînin?" anî ziman ku li Tirkiyeyê mafên mirovan û hiqûq hatiye binpêkirin. akmanê wiha domand: "Ma gere zarokên me di girtîgehê de bimirin? Hûn pêdiviyên zarokên me peyda bikin ku em pereyan naşînin. Wê wiha aştiyê bînin? Em vê qebûl nakin. Pêwîst e Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) erka xwe pêk bîne. Siyasetmedar, Saziyên Sivîl û partiyên siyasî divê ji vê zilm û zordariyê re bêjin bes e. Divê her kes ji bo vê berpirsyariya xwe bi cih bîne."   'ŞERMA DEWLETÊ'   Xizma girtiyan Cemîle Çîftçiyê jî anî ziman ku girtina Yildizê "şerma dewletê ye" û wiha got: "Em alîgirê aştî û edaletê ne. Divê kurd li hemberî vê zilmê li ber xwe bidin. Em dayik heta ev zilm ji holê rabe, em ê bitêkoşin."