ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN 2024-03-28 09:00:34   * Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî diyar kir ku bêhiqûqiyên li Îmraliyê ji aliyê saziyên girêdayî Konseya Ewropayê hatine veşartin û wiha got: “CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye. CPT erka xwe ya ‘pêşîlêgirtina îşkenceyê’ winda kiriye.”   * Xizmên girtiyan ku bertek nîşanî girtina Hatîce Yildizê dan û gotin: "Bila pêdiviyên zarokên me bên dabînkirin ku em pereyan neşînin."   * DEM Partî ya li dijî hîleyên AKP'ê ku leşker û polîsan wekî hilbijêr veguhazt bajarên cuda, kampanyaya hilbijêrên livdar da destpêkirin, li hemberî xespkirina vînê û qeyûman gel vexwand ser sindoqê.    * Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn, diyar kirin ku ew ê şaredarîvaniyeke li ser hîmê beşdariyê û demokratîkbûyînê esas bigirin.    * Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên DEM Partiyê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren diyar kirin ku ew amade ne şaredariya navçeyê ku AKP’ê ew kiriye kavil, bi rê ve bibin.    * Li Ebexê gelek kesên ku diyar kirin şaredarê AKP'î tu xizmet nekiriye û gotin ku ew ê bi pergala DEM Partiyê xwe bi rê ve bibin.   * Xebatên hibijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin. (11.00-19.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê; Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li Qersê; Serokwekîlê Koma Meclisê Sezaî Temellî jî li Colemêrgê tev li mitîng û hevdîtinên bi gel re bibin. (13.00-12.00-12.00) ZINDÎ   * Ji bo Hatîce Yildiz a ji ber pere ji keça xwe ya girtî re şandiye hatibû girtin dê lil pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî bê dayîn. (15.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (16.00)