Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî 2024-03-26 12:33:14   SAMSUN - Girtiyên li Girîgeha Tîpa S a Kavakê tên ragirtin destnîşan kirin ku binpêkirina mafan û cezayên keyfî yên disiplînê zêde bûne. Girtiyan anî ziman ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin û banga hestiyariyê kirin.    Girtiyê siyasî Halîl Mûratoglû yê di Girtîgeha Tîpa S a Kavaka Samsûnê de tê ragirtin, di 26'ê adarê de li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir. Mûratoglû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re vegot û banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Xwişka Halîl Mûratoglû, Ayşegul Mûratoglû der barê hevdîtinê axivî û wiha got: "3 cezayên cuda yên disiplînê li birayê min hatine birîn. Birayê min anî ziman ku ev cezayên disiplînê bi awayeke kêyfî dane wî. Yek ji cezayên disiplînê jî bêparhiştina ji qada hevpar e. Ya din qedexeya hevdîtinê û ya sêyemîn jî cezayê hucreyê ya di navbera 11 û 20 rojan de ye. Cezayê wî yê hucreyê teqez bûye. Dê birayê min van cezayên hucreyê înfaz bike. Di heman demê de anî ziman ku li Girtîgaha Tîpa S a Samsûnê binpêkirinên mafan û zext zêde bûne û diyar kir ku dê girtî li hemberî van zextan serî netewînin. Birayê min anî ziman ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”    Ayşegul Mûratoglû bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.