Li wargeha KYK’ê mirineke biguman 2024-03-26 11:00:50   KARABUK - Xwendekarê zanîngehê Berkay Yildirim ku li wargeha KYK’ê dima, bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.    Xwendekarê bi navê Berkay Yildirim (24) ku beşa Dîroka Hunerê ya Fakûlteya Wêjeyê dixwend û li Wargeha KYK’ê ya Îsmaîl Necatî Efendî ya li navçeya Safranbolu ya Karabukê dima, bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku dema hevalê wî yê odeyê ji bo paşîvê çûy xwaringehê, Yildirim xwe ji cihekî bilind avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.