Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike 2024-03-26 09:42:17   ÎZMÎR - Rojnameger Memed Drewş diyar kir ku PDK ne wekî partiyeke siyasî, wekî partiyeke şîrketê tevdigere û got ku ji bo Tirkiyeyê bi erka cerdevaniyê tevdigere û bi vî awayî dagirkirina Kurdistanê rewa dike.    PDK ku rêveberiya rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi zextan di dest wê de ye, di salên dawî de bi hêzên dagirker re tevdigere û hebûna herêmê kiriye cihê nîqaşê. Piştî biryara referandûma 25'ê Îlona 2017'an radestkirina axa Kurdistanê ji serweriya Iraqê re û bi hikûmeta navendî re peymanên ji bo Kerkûk û Şengalê, di nava civakê de bû cihê bêaramiyê. PDK ku di 17’ê Nîsana 2022’yan de beşdarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bû, hemû destkeftiyên gelê kurd dixe xetereyê. PDK ya ku li herêmê rê li ber avakirina baregehên Tirkiyeyê û sewqiyata leşkerî vekir, di nava çûnhatina dîplomaisiyê ya ji bo şerekî nû de jî cih digire.    Helwesta PDK'ê ya li dijî kurdan di hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajêr yên 18'ê Kanûna 2023'yan de jî derket holê. Bi taybetî piştî hilbijartina ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê bi ser ket, ji ber helwesta PDK'ê li bajêr rêveberiyeke Kurdistanî nehat avakirin. Piştî hevdîtinên bi Tirkiyeyê re, PDK'ê hevdîtinên li gel YNK'ê yên ku hatibûn plankirin rawestand û nehişt ku waliyekî kurd ji bo bajêr bê hilbijartin. PDK ku li rêyên derketina ji qeyrana siyasî digere, ragihand wê beşdarî hilbijartinên 10’ê Hezîranê yên Parlamentoya Herêmî ya Kurdistana Iraqê nebe.   ‘PDK JI BO BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ DIXEBITE'   Rojnameger Mehmed Drewş li ser polîtîkayên PDK'ê û helwesta wê ya li herêmê axivî. Drewş da xuyakirin ku PDK'ê wesfa xwe ya wekî partiyeke Kurdistanî winda kiriye û wekî partiyeke tirk tevdigere û got ku PDK ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dixebite. Drewş diyar kir ku PDK axa Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re vekiriye û got: “Tu eleqeya Başîkayê bi PKK’ê re nîn e. Lê bi salan e li wir in û derneketine. Gotina ku Tirkiye ji ber PKK li Başûrê Kurdistanê ye, dereweke mezin e. Sedema hebûna wê dijminatiya li kurdan e. Her tim hincetek dîtine. Dema ku li Helebçeyê komkujî pêk hat, YNK wekî sedem hat nîşandan. Sedema komkujiya Enfalê PDK bû. Dema komkujî li Qamişlo pêk hat maça Deyrazorê wekî hincet hat nîşandan. Her tim hincet hene. Tirkiye êdî nikare bi serê xwe şer bimeşîne. Hevdîtinên dîplomatîk ên vê dawiyê girêdayî Mizgîniya Newrozê ne. Tirkiye xwe spart SÎHA'yan û qebedayîtî li dewletên cîhanê kir. Di vê qonaxê de Tirkiye xitimiye. Ji desthilatdaran û PDK’ê alîkarî xwest. Divê hevdîtinên hatin kirin di vê çarçoveyê de bên nîqaşkirin. Tirkiye jî mîna li Sûriyeyê hewl dide ji xwe re hêzeke bejayî ava bike. Li Başûrê bi PDK’ê re vê yekê dike."   ‘TIRSÊ XWE LI PDK'Ê GIRTIYE'   Drewş amaje bi wê yekê jî kir ku PDK, siyaseta “Çi dibe bila bibe lê bila zirar negihê şîrketa min” dimeîne û bi bîr xist ku ji bo PDK'ê Kurdistan tenê ji Hewlêr û Duhokê pêk tê. Drews wiha berdewam kir: “PDK Silêmaniyê wekî xaka Kurdistanê nabîne. Helebçe û Kerkûk ji bo wê ne Kurdistan in. Tirkiye li wir sivîlan dike hedef. Ew mirina sivîlan wekî jiyana karmendekî şîrketê dibîne. Heger hişmendiya wê ya neteweyî hebûya vê yekê nedikir. Ya ku herî zêde bi me dide windakirin ev e. Em dibînin ku YNK, li cihên ku heta niha nikaribû deng wergirra, deng digire. Li Kerkûkê bû partiya yekemîn. Vê rewşê PDK xist nava tirsê. Û wan dest bi lêgerîna formuleke nû kir ji bo hilbijartinên pêşerojê. Cilên leşkerên iraqî li xwe dikin û bi alayên Iraqê tevdigerin. Di wêneyê ku generalê tirk wekî hevdîtina bi Iraqê re parve kir, Ereb û Şiîyek jî tune ye. Biraziyê Mesûd Barzanî Behzat Şex Mele Mistefa hebû."   'DAGIRKIRINA ROJAVAYÊ REWA KIR'   Drewş destnîşan kir ku divê bi dijminên kurdan re hevkarî neyê kirin û got: "Belê, têkiliyên cîrantiyê hene. Kes nabêje bi welatên cîran re têkiliyan deynin. Lê dema ku têkiliyan deynî, divê tu li ser tunekirina tevgereke kurdan daneynî. Di meha Îlonê de hêzên Rojhilatê bêçek kirin. Ev ji bo berjewendiya Îranê ye. Ji bo Tirkiyeyê hat kirin. Niha jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Ya ku PDK dike cerdevanî ye. PDK'ê dagirkeriya Rojavayê jî rewa kir. Gotin 'Pirsgirêka Tirkiyeyê bi kurdan re nîn e, bi PKK'ê re ye.' Ma li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê PKK heye? Dema ev herêm li hemû kurdan qedexe bû, Weqfa Barzanî çû vê herêmê ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk tê, çû ew der rewa kir. PDK hemû rêyên baregehên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê çêdike. PDK, li Başûrê Kurdistanê cerdevaniyê dike."   POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ   Drewş destnîşan kir ku li hemberî van hemû polîtîkayan bertekeke cidî ya raya giştî heye û diyar kir ku tevî PDK'ê dixwaze gel bi girtîgehan û zextên cuda bitirsîne jî bertek zêde bûne. Drews anî ziman ku PDK li Hewlêrê jî îzole bûye û wiha got: “Dema PDK li hember bertekên xwe fêm kir ku dê di hilbijartinan de têk biçe, ragihand ku dê hilbijartinê boykot bike. Berê, beriya hilbijartinan 11 parlementer werdigirtin. Lê ev qanûn hat guherandin. Her kesî fêm kir ku PDK piyonê Tirkiyeyê ye. Rojnameger Suleyman Ahmed, zêdetirî 150 roj winda ye. Mafê bingehîn ê hevdîtina parêzer û malbatê tê astengkirin. Wekî Tirkiye polîtîkayên tecrîdê dimeşîne. Dixwaze dengên li dijî wê zêde dibin bitepisîne. Ethem Barzanî ji wê malbatê ye. Ji ber ku li ber van kirinan rabû, niha nahêlin bê Hewlêrê. Ethem Barzanî li welatê xwe bûye penaber.”   YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Drewş anî ziman ku pêwîstiya kurdan bi yekitiyeke neteweyî heye û bi bîr xist ku bêyî PDK'ê jî yekîtiya neteweyî pêkan e. Drews got: “Êdî eleqeya PDK’ê bi kurdayetiyê re nemaye. Orhan Mîroglû, Mehmet Metîner û Savci Sayan çiq as kurd bin, PDK jî ew qasî kurd e. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku li benda PDK'ê bê sekinandin. Yekitiya neteweyî bi hêzên heyî pêkan e."