ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN 2024-03-25 09:00:38 * Zanyarê Siyasetê Dr. Mustafa Pekoz diyar kir ku heke rêveberiya Herêma Kurdistanê operasyona bejahî ya Tirkiyeyê erê bike wê bibe sedema krîzên nû û wiha got: “Dibe ku bibe sedem ku Herêma Kurdistanê destkeftiyên xwe winda bike.”   * 3 sal in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin. Di vê pêvajoyê de 526 serlêdanên hevdîtinê bêbersiv hatin hiştin. Li çar aliyên cîhanê bi milyonan kes daxwaza “Ji Ocalan re azadî” diqîrin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)    * Li navenda Agiriyê dê Cejna Newrozê were pîrozkirin. (11.00) ZINDΠ   * DEM Partî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran hevdîtinên bi gel re li dar bixe. (11.00 - 20.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (16.00)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeya Akdenîzê tev li hevdîtinên bi gel re be. (17.00)