Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket 2024-03-25 08:41:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 223’yan a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ gihişt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara 2023’yan de cih da encama  pîrozbahiya Newrozê û manşeta “Agirê Newrozê li ezmanan jî vêket” derxist pêş. Rojnameyê di manşete de cih da nivîsa Nivîskar Felemez Ulug. Ulug balê dikişine ser mizgîniya ku tevgera azadiyê hefteyek berê dabû û Newroza piştî mizgîniyê bi coş hat pîrozkirin.    Rojnameyê di surmanşetê de hevpeyvîna ku bi Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed re li ser pergala hevserokatiyê hatiye kirin derxist pêş û cih da sernavê “Pergala hevserokatiyê jiyanî ye”. Rûken Ehmed tîne ziman ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser jinan bandor kiriye û wiha dibêje: “Her ku pergala hevserokatiyê di nava hemû qadên civakê de pêş dikeve, ew qas hişmendiya paşverû tê guhertin û hişmendiya civaka demokratîk pêş dikeve. Fikir û tehlîlên Rêber Apo yên li ser jinan bandor li hemû jiyana jinan kir. Ev bandor derî li pêşiya jinan vekir ku jin karibin tev li qada siyasî, leşkerî û hemû civakê bibin.”   Rojnameyê di bin manşete de jî cih da nirxandinên Serokê Rêxistin û Cemaatên Filistînî yên Ewropayê George Rashmawî. Rashmawî diyar dike ku Ocalan kurd azad kirine.