Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan 2024-03-24 22:54:51   ŞIRNEX - Li Cizîrê ciwan bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê serbikevin" heta buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê meşiyan.   Çend roj beriya hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de bên kirin, coşa li bakurê Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên ku rastî eleqeyeke mezin tên, bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax û gund bi gund xebatên xwe bênavber didomînin. Li qadên ku coş heye wêneyên rengîn derdikevin holê. Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî coşa hilbijartinê zêde dibe. Li Cizîrê bi beşdariya namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Guler Tunç Yerbasan û Abdurrahîm Dûrmûş û parlamenterê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez esnafên navenda sûkê hatin ziyaretkirin. Piştre bi meşaleyan heta buroya hilbijartinê bi ciwanan re meş hat lidarxistin. Di meşê de ciwanan pankarta "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” vekir.   Ciwanan di meşê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin, deng namûse namûs nayê firotin" berz kirin.   ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’    Piştre parlamenter Mehmet Zekî Îrmez li ber buroya hilbijartinê axaftinek kir. Îrmez diyar kir ku divê ciwan di vê hilbijartinê de berpirsyariyê bigirin û got: "Herkeseke ku xwedî li vê têkoşînê derdikeve divê di xebatên hilbijartinê de cihê xwe bigire. Hefteyek me maye û di vê hilbijartinê de herî zêde jî berpirsyarî dikeve ser milê ciwanan. Divê ruhê 17'ê Hezîranê di vê hilbijartinê de dîsa derkeve holê. Divê em encameke wiha bi dest bixin. Ger em vê encamê bigirin em ê bersiva pêwîst bidin hikûmeta AKP'ê û MHP’ê. Hevalên me yên ku di vê pêvajoyê de cih negirtine, bila ji bo tevlibûna sindoqan serlêdan bikin û cihê xwe li ser sindoqan de bigirin. Ya ku ji bo me girîng e, encama hilbijartinê ye. Ger em bi xurtî hembêz bikin, em ê encamek xurt bi dest bixin. Hûn lîstok û hîleyên AKP'ê û MHP’ê dizanin û ji bo vala derxistina  van lîstikan divê em bibin yek û xwedî li vîna xwe derkevin. Me bi ciwanî bi dest pê kir û em ê bi ciwanî serbikevin. Niha dema demokrasî û azadiyê ye. Ev dem dema me ye."