Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin 2024-03-24 21:04:33   ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê ciwanan pirsên xwe ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê pirs kirin. Namzetan jî bersiva ciwanan dan û gotin: “Em ê li dijî her cure polîtîkayên pişaftinê ji ciwanan re qadan vekin.”      Li gel nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Li navçeya Qileban a Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) di çarçoveya xebatên hilbijartibê de li bûroya hilbijartinê bi ciwanan re civiya. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeyê Abdullah Yaman û bi sedan ciwan tev li civînê bûn. Di civînê de ciwanan der barê projeyên wan de pirs ji namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê Ferîde Ender û Alî Ûrek kirin û pêşniyarên xwe pêşkeş kirin. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir.      Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Abdullah Yaman ê ewilî di civînê de axivî, bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona ciwanan û got: “Ev hefteye hefteya qehremantiyê ye. Ciwanên gelê kurd ji bo ku gelê wan ji bin vê bindestiyê xelas bibe û rizgar bibe bedelên giran dane. Bi salan e ciwan li dijî her polîtîkayeke qirêj li ber xwe didin. Niha bi polîtîkayên çewisandinê dixwazin ku zimanê we, çanda we û nasnameya we bi we bidin jibîrkirin. Îro tişta ku dikeve ser milê we ew e ku hûn bibin yek û di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin vê desthilatê.”   CIWANAN PIRS KIR WAN BERSIVAND   Piştî axiftinê ciwanan yek bi yek pirsên xwe ji namzetên hevşaredariyê pirs kirin. Ciwanan ji namzetên hevşaredariyê re pirsên weke “Hûne ji ciwanan re qadên çawa vekin” , “Li dijî tiryak, fihûş û tacîz û tecawîze dê xebatên we yên bi çi rengî hebin” pirs kirin.    Namzetê hevşaredariyê Alî Ûrek pirsên ciwanan bi awayekî giştî bersivandin. Namzeta din a hevşaredariyê Ferîde Ender jî diyar kir ku ew ê di xebatên xwe de pêşengiyê bidin xebatên jinan û li dijî her cure polîtîkayên pişaftinê ji ciwanan re qadan vekin.    Bername bi govend û dirûşma “Ciwanên Qilebanê bi we serbilindin” bi dawî bû.