Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye 2024-03-24 16:11:59   EDENE - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di pîrozbahiya Newrozê de axivî û got: “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”   Li Edeneyê bi dirûşma “Rabe dem azadî û serkeftinê ye” Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê ya li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan tê lidarxistin bûn. Qad ji girseya kom bûye re teng hat û hinek welatî li derve tev li coşa pîrozbahiyan bûn.    QAD TÊR NEKIR     Di pîrozbahiyan de ji ber vekirina pankartê di navbera polîs û ciwanan de alozî derket. Ji ciwanan Ahmet Akdogan, Mahmut Dalmiş û Mehmet Kiran ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin û hatin binçavkirin. Ciwan piştre hatin berdan.     Welatiyên ji du cihên kontrolê derbas bûne, bi bi tililî û çepikan ber bi qadê ve meşiyan. Ji qadê diruşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî”, Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana zindanan” olan dan. Welatiyên bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li Newrozê bûne demeke dirêj govend gerandin.    DAXWAZA ‘AZADIYA OCALAN’   Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” Nobeta Edaletê dane destpêkirin, çalakiya xwe veguheztin qada Newrozê. Ciwan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana dayikan, strana “Özgürlük Mahkumlari” gotin. Di pîrozbahiyan de pankarta herî balkêş a ji gotinên Abdullah Ocalan a “Em ê mirovê xweşik gelek hez bikin” bû. Dîsa ji bo bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin jî pankarta “Tû kûlîlka biharê ya ku hêj aj nedaye yî Kemal” hate vekirin. Di kêliyên ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane re rêzgirtin dihate girtin, girse bi hev re “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    Di pîrozbahiyan de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr axivî û Newroza girtiyan û Abdullah Ocalan pîroz kir. Esengul diyar kir ku tecrîda ser Abdullah Ocalan tê meşandin derveyî hiqûqê ye û wiha got: “Ji bo aştî were welat divê desthilat bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin e.”   AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN   Dayikên Aştiyê yên Nobeta Edaletê digirin li gel çepik û tililiyan, agirê Newrozê vêxistin. Dayika Aştiye Raîfe Akin xwest tecrîd were rakirin û Ocalan azad be.    Dayika Aştiyê Şemsa Bagdu jî diyar kir ku dê aştî tenê bi aştiya Abdullah Ocalan were welat.    PEYAMÊN OCALAN HATIN XWENDIN    Hevserokê Komîteya Amadekar ê Edeneyê Yaşar Demîr, Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Helîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr, Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfuz Guleryuz axaftinekî kirin û Newroza welatiyan pîroz kirin.    Herî dawî Parlamenterê Mêrsînê yê DEM Partiyê Alî Bozan nirxandinên Newrozê yên Abdullah Ocalan ên salên berê xwend.    Pîrozbahî bi stranên Koma Aryen û Şêrzad dom kirin.