Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin 2024-03-24 12:41:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên ber bi qada Newrozê ya Edeneyê ve dimeşin daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan û li Antalyayê jî ji serê sibehê ve qada Newrozê tije bû.  Pîrozbahiya Newrozê ya Edeneyê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” di saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Newroz, li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînanê tê lidarxistin. Welatî di saetê zû yên serê sibehê de hatin gel hev û bi wesayîtên xwe ber bi qada pîrozbahiyê v e herikîn.    Gelên ku bi dirûşma "Bijî Serok Apo" herikîn qadê, li pêşiya noqteyên lêgerînê govenda azadiyê gerandin.    BÊTEHEMÛLIYA LI HEMBERÎ CIL Û BERGÊN KURDΠ   Welatî ji 2 noqteyên lêgerînê derbas bûn û wisa ketin qadê. Polîsan hewl dan ji bo gel astengiyan derxînin û gel jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bertek nîşan da. Polîsa neçar man ku li hemberî berxwedana gel paşvegavê biavêje.    LI QADÊ DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ OLAN DA    Welatî bi nîşaneyên serkeftinê, bi çepik û dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Welatiyên ketin qadê bûn şirîkê coşa Newrozê. Gelek welatî bi kiras û fîstanan, bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Coşa Newrozê her ku diçe zêdetir dibe û tevlibûneke xurt a jin û ciwanan.    PROGRAM   Bernameya pîrozbahiyê dê bi rêzgirtin û vêxistina agirê Newrozê dest pê bike. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê jî dê Yaşar Demîr, li ser navê Dayikên Aştiyê Raîfe Akin, Heserokê DEM Partiyê yên BAjar Helîn Kaya û  Seyfettîn Aydemîr, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, namzetên hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfûz Guleryuz dê biaxivin. Hunermend Şerzat û Koma Aryen û hunermendên herêmî jî dê derkevin ser dikê.   ANTALYA   Coşa Newroza Antalyayê jî ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Navnîşana Newrozê jî Qada Bajar a Kepezê bû. Koroya Zarokan a Koma Aryanê derket ser dikê û pîrozbahî dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û  “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hêj jî welatî diherikin qadê û govend tê gerandin.    Tê payîn ku bernameya Newrozê demek şûnde dest pê bike. Pîrozbahî dê bi rêzgirtin û vêxistina agirê Newrozê dest pê bike. Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên DEM Partiyê yên Antalyayê, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Oluç dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Hîvda Gokel û Kamûran Drej dê derkevin ser dikê.