Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye 2024-03-24 10:46:58   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bertek nîşanî girtina Hatîce Yildiz a 75 salî da ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê û wiha got: “Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne. Tişta hatiye kirin bi temamî bêhiqûqtî ye.”    Welatiya bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî ku li Esenyurt a Stenbolê dijiya û keça wê girtî ye, ji ber ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, derheqê wê de bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Pêvajoya darizandinê 3 salan dom kir û 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi heman îdiayê 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê birî. Biryara dadgeha herêmî ji hêla Dadgeha Îstînafê ve jî hate erêkirin.    Piştî erêkirina biryarê, Yildiz a ku nexweşiyên wê yên weke tansiyona bilind, çav, fitqa piştê û xwarbûna pirsûkê hebûn, li ser sedyeyê ji malê hate derxistin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Girtina Yildiz a 75 salî rastî bertekên tund hat.      Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî zextên li ser malbat û xizmên girtiyan axivî.    ‘DIVÊ WERE BERDAN’   Yolerî, got ku razandina pereyan a li hesabên girtiyan sûc nîne û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin. Girtina Hatîce Yildiz nayê qebûlkirin. Hem di dema dayîna cezayê de hem jî di qonaxa lêpirsînê de derhiqûqtî heye. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Lewma em dixwazin Hatîce Yildiz tavilê were berdan. Divê bi sererastkirineke nû ya ku hemû girtiyên nexweş eleqeder dike re ev yek weke mafek bê mîsogerkirin.”    ‘DIVÊ DAWÎ LI ZEXTA DARAZÊ BÎNIN’   Yolerî, diyar kir ku şandina pereyan a ji bo girtiyan sûc nîne û ev tişt anî ziman: “Heke pere neyên şandin dê girtî nekarin tu pêdiviyên xwe bicih bînin. Ev yek jî dê rê li ber binpêkirinên mafan veke. Zextekî darazê li ser xizm û malbatên girtiyan ên pereyan dişînin dikin. Xelk ji azadiya xwe bêpar tê hiştin û zirareke civakî dide wan. Divê tavilê ‘Qanûna Fînansmaniya Terorê’ bê betalkirin. ‘Qanûna Derheqê Pêşîlêgirtina Fînansmaniya Terorîzmê’ di sala 2013’an de derket û di 2020’an de hinek sererastkirin anîn. Weke ÎHD’ê me li dijî vê îtîraz kir. Ev qanûn zextekî giran li ser xizmên girtiyan û parastvanên mafan dike. Heke pere nebe li girtîgehan jiyan mimkin nîne. Lewma cezakirina malbatan a ji bo şandina pereyan, tiştekî aqilane nîne.”    ‘PERE DI BIN KONTROLA DEWLETÊ DE TÊ RAZANDIN’    Bi domdarî Yolerî anî ziman ku pere di bin kontrola dewletê de tê razandin û axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya girtîgehê vî pereyî îdare dike. Ji ber ku ev pere bi rêya postaxaneyê ji rêveberiya girtîgehê re tê şandin. Anku pere naçe ber destê girtî û di bin înîsiyatîfa wî/wê de nayê xerckirin. Yên wî pereyî îdare dikin girtîgeh e û heke kesek ji ber fînansekirina terorê were darizandin, wê demê divê rêveberiya girtîgehê bê darizandin. Em li bendê bûn ku Hatîce Yildiz were dayîn lê îstînafê erê kir. Ev biryar nîşan dide ku dê ji bo dosyayên din jî biryara erêkirinê were dayîn. Anku dê bêhiqûqtiya heyî hêj mezintir bibe. Divê hiqûqnas, parastvanên mafan û her kes bertekê nîşanî vê derhiqûqtiyê bide. Ji ber ku em qala dayikeke ji ber ku ji zaroka xwe re pere şandiye hatiye girtin dikin. Li ser sedyeyê birin girtîgehê. Ev nayên qebûlkirin.”    MA / Esra Solîn Dal