Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn 2024-03-24 10:18:32   MÊRDÎN - Li Fermandariya Qereqola Sînor a Nisêbînê serdar Î.K. jî di nav de gelek leşker ji doza “qaçaxçitî û bertîlê” tên darizandin. Di dozê de ji bo Kati biryara beraetê hate dayîn û berbazek jî di nav de li 4 kesan jî cezayê hefsê hate birîn.   Di tebaxa 2020’an de li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna “qaçaxçitiya penaberan” û “bertîlê” de operasyon hate kirin. Di çarçoveya operasyonê de ji 2’yemîn Fermandariya Tabûra Sînor a Nisêbîn a Mêrdînê serdarê peyade Î.K. û berbazên bi navên N.M., A.Ç. û G.S. jî di nav de 7 kes hatibûn girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê piştre jî bi heman sûcan yek jê girtî derheqê 8 kesan de îdianame amade kir.    DI DANIŞÎNA EWIL DE HATE TEHLIYEKIRIN   Piştî amadekirina îdianameyê, danişîna ewil di 12’ê çileya 2021’ê de hat lidarxistin. Ji bersûcan G.S. kar û barê li Fermandariya Qereqola Sînor tên kirin û tora hatiye avakirin vegot. Lê di dema darizandinê de îfadeyên xwe paşve kişand. G.S., îdia kir ku polîsan bi gotina “Ma em niha bibêjin ‘ji vir direviya’ û vî bikujin dê kî çi bibêje û çi bibîne” gef li wî xwarine.    Di berdewamiya îfadeya xwe de G.S. diyar kir ku polîsan jê xwestine ku li dijî fermandarê tabûrê îfadeyan bide û wiha domand: “Xwestin ku ez bibêjim fermandarê tabûrê qaçaxçitiya cigareyan û penaberan kiriye. Heta dê ji bo min ji vê meseleyê xelas bikin temînatê bidana. Piştre dê weke şahid min tev li lêpirsînê bikirana.”    Li ser vê yekê serdar Î.K. jî di nav de 7 kes hatin tehliyekirin.    DOZGER CEZA XWESET   Hat zanîn ku danişîna biryarê ya dozê di 19’ê adarê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Bersûc tev li dozê nebûn û dozger xwest ku her 8 bersûc bên cezakirin. Dozger, got ku Î.K. jî di nav de sûcên bersûcan di encama “parastinên bersûcan, îfadeyên şahidan, qeydên tapeyan, girtekên şopandina fîzîkî, qeydên HTS’ê û qeydên sicîla edlî de” hatine tespîtkirin.    SERDAR HAT BERAETKIRIN   Dadgehê jî ji bo her 8 bersûcan ji tawanbariyên “muxalefeta li dijî qanûna qaçaxçitiyê, dayîn û standina bertîlê” biryara beraetê da. Dadgehê îfadeyên G.S. ên di hizûra dadgehê de hatine dayîn esas girt û ji bo sûcê “qaçaxçitiya penaberan” jî biryara beraetê ji bo serdar Î.K., berbaz N.M. û A.Ç. û A.O. da.    Dadgehê, ji bo berbaz G.S. û H.A., K.M. û A.Ç. ji ber sûcê “qaçaxçitiya penaberan” 5 sal cezayê hefsê û 32 hezar TL cezayê pereyan da.