DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin 2024-03-23 20:15:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ku di serdana dikandaran de axivî, got: "Divê em hemû dengên xwe yên helal li dijî dengên heram bi kar bînin û pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin."    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdanên xwe yên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de didomîne.    BEDLÎS   Rêxistina Navçeya Tetwanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi girseyî serdana dikandarên Tetwanê kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê û namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, namzetên Hevşaredariyê yên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemir û Mûmîn Erol û gelek endamên partiyê beşdarî serdanê bûn.   Girse ji bilî dikandarên li Kolana Cumhûriyetê, serdana dikandarên Navenda Danûstendinê 2'yan jî kir. Endamên partiyê ku rastî eleqeyeke mezin a dikandaran hatin, diyar kirin ku ew guh didin pirsgirêkan û talibê dengên we ne. Beştaş di serdanê de axivî û diyar kir ku AKP’ê hilbijêr veguhastine Tetwanê û got: “Desthilat bi dengên dijhiqûqî dixwaze vîna gel xesp bike. Ez bang li hemû gelê Tetwanê dikim; ji kerema xwe di 31'ê Adarê de werin vir û dengê xwe bidin. Ger hûn bi kar neynin, dibe ku em Tetwanê winda bikin û ji bîr nekin, divê em hemû dengên xwe yên helal li dijî van dengên heram bi kar bînin û rê li ber hilbijêrên sexte bigirin. Eger îmkanên we tune bin, teqez serî li rêxistinên me yên navçeyê bidin."   MÊRDÎN   Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrdînê xebatên xwe yên bênavber didomînin, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê derî bi derî bi hilbijêran re hevdîtinên xwe berdewam kirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Şemrexê Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr bi serdanên mal û saziyên sivîl xebatên xwe berdewam kirin. Ûçûk û Demîr bi Serokê Odeya Dikandaran a Şemrexê Abdulsamet Alataş re hatin cem hev û piştre li navenda navçeyê li Malên Komi yön Poyraz, Gundogan û Tezneyö civînên gel pêk anîn. Ûçûk û Demîr piştî ku ji welatiyan der barê pirsgirêkên navçeyê de agahî girtin, der barê projeyên ku dê piştî hilbijartinê pêk bînin de agahî dan. Hevserokên ku di civîna gel de axivîn, diyar kirin ku qeyûm şaredariyan ji bo qezençkirinê bi kar tînin.   Hevserokan diyar kirin ku di 8 salên qeyûm de li navçeyê tu xizmet nehatiye kirin û got: “Niha jî dest bi sozan dikin. Lêbelê, heke wan bixwesta, wan dikaribû berê vê yekê bikira. Ji bo wan, rant tişta ewil e. Em dixebitin ku tişta ku aîdî gel e bidin gel. Haya gelê me jî ji van heye. Em ê destên xwe bidin hev û qeyûman paşde bişînin."   NISÊBÎN   Nisêbîn (Nusaybin) Belediye Eşbaşkan adayları Selahattin Ay ile Gülbin Şahin Dağhan esnaf ziyareti gerçekleştirirken, Stewr (Savur) ilçesinde de Belediye Eşbaşkan adayları Selahattin Önder ve Hatice Öncü beraberlerinde milletvekili Kamuran Tanhan ile kırsal mahallelerde halk buluşmaları gerçekleştirdi.   Namzetên Hevşaredariyê yên Nisêbînê Selahattîn Ay û Gulbîn Şahîn Dagan serdana dıkandaran kirin û li navçeya Stewrê jî namzetên Hevşaredariyê Hatîce Oncu û Selahattîn Onder û parlementer Kamûran Tanhan serdana gundan kirin.    DÊRIK   Namzetên Hevşaredariyê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî xebatên xwe yên li gundan dewam kirin û namzetên Hevşaredariyê yên Artûklûyê Mehmet Alî Amak û Munevver Olker bi nûnerên saziyên sivîl re hatin cem hev.   MIDYAD    Namzetên Hevşaredariyê yên Midyadê Hikmet Dûman û Huda Erdem Aslan jî bi beşdariya parlamenter George Aslan serdana dikandaran kirin. Di çarçoveya xebatan de namzetên hevşaredariyê ji bo cejna Newrozê ya ku wê sibe li qada otogarê ya navçeyê bê pîrozkirin, bang li gel kirin.    ÇEWLÎG    Rêxistina Bajêr a Çewlîgê ya DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê Omer Faruk Hulakû, namzetên Hevşaredariyê yên Çewlîgê Çîcek Ariç û Aydin Burçun û rêveberên bajêr serdana saziyên sivîl ên Çewlîgê kirin.    Di serdanan de endamên partiyê ji bo xwe doza piştgiriyê kirin.