Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin 2024-03-23 18:43:20   AMED – Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar ku di civîna gel a li Pasûrê de axivî, got: "Heya kurd azad nebin, wê azadî neyê Tirkiyeyê." Siyasetmedara kurd Leyla Zanayê jî diyar kir ku ew bi ruhê sala 1991'ê li qadan e û got: "Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin."    Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê, parlamenter Cengîz Çandar û Serhat Eren, namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin, siyasetmedara kurd Leyla Zana û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Pîran (Dicle) û Pasûrê di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de serdana navçeya Pîran û Pasûrê kirin. Heyeta ku ewil li Pîranê hevdîtin bi gel re kir, ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Heyeta ku bi def û zirneyê û çepikan hat pêşwazîkirin, li gel baranê jî dest ji qadê berneda. Girseyê Leyla Zanayê bi strana li ser wê hatiye nivîsandin pêşwazî kir.   Heyet piştî civîna gel a li Pîranê li navenda Pasûrê bi gel re hat cem hev. Di hevdîtinê de ku bi sedan kes beşdarî wê bûn, dowîzên "Hevrêya Orhan Dogan û Vedat Aydinan bi xêr hatî" û "Em nabêjin tu dîsa hatî em dibêjin tu li kû mayî"hatin hilgirtin.   Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê cengîz Çandar ku bang li pasûriyan kir got: "Çawa we Amedê rakir ser pêyan, Tirkiyeyê jî rakin ser pêyan."    Siyasetmedar Leyla Zanayê jî anî ziman ku ew bi ruhê 1991'ê li hizûra gel in û got: "We em kêfxweş kirin. Wê ev coş li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Em çawa bi êşa navçeyên din dizanin, em wiha bi ya Pasûrê jî dizanin. Me bi hev re gelek tiştên baş kir û me gelek eziyet jî kişand. Lê gelê Pasûrê bi ruhê têkoşînê li ser pêya ma."    Zanayê got: "Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin."    Paşê girse govendê gerand. Hevdîtin bi berzkirina dirûşmeya “Jin, jiyan azadî” û meşê bi dawî bû.