Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê 2024-03-23 18:18:09   DÊRSIM – Tifaqa Dêrsimê ku DEM Partî jî tê de cih digire, rastî eleqeyeke zêde ya gel tê.    Namzetên hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî tê de cih digire, Bîrsen Orhan û Cevdet Konak di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxan xebatan dimeşînin. Xebata ku ji taxa Turuşmekê dest pê kir, piştre li taxên Pulebargî, Gazik û Alîbaba berdewam kir. Parlamentera bajar Ayten Kordû tevl i xebatan bû û mal bi mal geriya, çû serdana dikandaran.   Namzetên hevşaredariyê Bîrsen û Cevdet ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hatin.