DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir 2024-03-21 11:11:42   ÊLIH - DEM Partiyê lansmana danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê li dar xist.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê têkildarî projeyên xwe yên ku dê piştî hilbijartinê bixin meriyetê, li hotêleke bajar lansmana danasîna projeya xwe li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek partiyî tev li bûn.    Namzeta hevşaredariyê Gulistan Sonuk di bernameyê de axivî û got ku Êlih ji salên 90’î heta niha bi feraseteke demokratîk tê birêvebirin û ji vir û şûnde jî dê Êlihê bi lihevkirina bajar birêve bibin.    Sonuk, projeyên xwe yên têkildarî bajar jî wiha rêz kir:     “* Em ê kapasîteya veguhestina komelî ya bajar mezintir bikin.    * Dê rêya hawirdorê ya nû û aksên veguhestinê yên alternatîf girêdayî hev bên kirin û barê trafîka di nava bajar de bê sivikirin.    * Ji bo pêşxistina arterên rêya bisiklêtê ya nû û teşwîqkirina bikaranîna wê dê xebatên me hebin.    * Ji bo mercên otoparkê ku pêdiviya esnaf û welatiyan pê heye, em ê pergala parkomatê bixin dewrê.    * Li bajarê me pergala rêhesin rojê 2 seferan di navbera bajaran de dike. Em jî dê di saetên din de ji bo veguhestina nava bajar bi kar bînin û bi vê yekê re barê trafîkê sivik bikin.    * Dê rûbarên ku xetereya lehiyê çêdikin bên islehkirin û Navenda Koordînasyona Binesaziyê (AYKOME) bê çalakkirin.    * Kapasîteya pergala dawerîna ya heyî dê bi pergala dawerînê ya biyolojîk were zêdekirin. Dê xetên kollekterên sereke yên ava baranê û kanalîzasyonê were çêkirin û pirsgirêka binesaziyê ya bajar bê çareserkirin.    * Em ê boriyên biasbest ên di xetên ava vexwarinê ya bajar de ku rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin, biguherînin.    * Em ê li otoparkên aydê şaredriyê, hejmara stasyonên şarjkirina wesayîtan zêde bikin.    * Dê li seranserî bajar qadên îhtîsasê bêna avakirin û kooperatîf bên destekkirin.    * Ji bo pêşîlêgirtina pirsgirêkên binesaziyê ku xebatên sewalkariyê yên navenda bajar rê li ber vedikin, dê piştgiriya bi qadên îhtîsasê re bê zêdekirin. Vîzyona Avadanî û Îmarê ya DEM’ê dê ne li ser esasê rantê, li ser esasê gelparêzî, ekolojîk û şaredarvaniya civakparêz be. Polîtîkaya me dê li ser vî esasî be.    * Dê tespîta erdhej û stoka avadaniyên xetere were kirin û ji bo çareseriyê û amadekirina plana çalakiyan, em ê lez bidin xebatên xwe.    * Dê nexşeya lehî û sêlavan were derxistin û rêgehên wan bên rehabîlîtekirin û dê entegrasyona plana îmarê pêk bînin.    * Ji bo cihên pêdiviya wan bi veguherînê heye dê bi destê şaredariyê plana îmarê ya revîzyonê bê kirin û ji veguherînê re bên amadekirin.