Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin 2024-03-21 11:02:25 AMED - Qada ku Newroza Amedê lê tê pîrozkirin beriya destpêkirina bernameyê dest bi dagirtinê kir. Girseya ku zêdetirî wan ji ciwana pêk dihat bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi gerandina govendê kir.  Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin, niha li qada Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê tê pîrozkirin. Coşa Newrozê ya di saetên serê sibê de dest pê kir, li çar aliyê bajêr belav bû. Ji gelek aliyên bajêr ve bi deh hezaran mirov ber bi qada Newrozê ve diherikin.    QADA NEWROZÊ    Komîteya Amadekar a Newrozê bi posterên mezin ku dirûşma pîrozbahiyên îsal li ser dinivîsî dika Newrozê ya mezin xemiland. Her wiha pankartên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Ciwan teminata azadiyê ne” hatin nivîsîn.    Li qada Newrozê jî posterên mezin ên Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an de bi guleya polîsan hate qetilkirin, Denîz Poyraz a li Îzmîrê hate qetilkirin û Jîna Emînî ya li Îranê hate qetilkirin hatin daliqandin. Dîsa gelek pankart û dowîzên ku daxwazên jinan û ciwanan li ser dinivîsîn hatin daliqandin.    MÊVANÊN TAYBET ÊN NEWROZÊ    Ji welat û derveyî welat gelek kes ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin. Malbatên Roboskê, malbatên Pirsûsê, malbatên di navbera salên 2015-2016’an de di dema qedexeyên derketina kolanan de hatin qetilkirin, malbata Mazlum Dogan, malbata Denîz Poyraz û malbatên siyasetmedar û rojnamegerên di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin jî di protokolê de cihê xwe girtin. Di heman demê de ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan jî di nava kesên hatine vexwendin de cih girtin.    Dayikên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd Nobeta Edaletê didomînin jî tev li Newrozê bûn. Dayikên di Nobeta Edaletê de bi dirûşmên “Newroz Pîroz be” ketin qadê.    DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO'   Dema mêvan li protokolê bi cih dibûn, ketina qadê jî ji saet 9.30’an ve dest pê kir. Welatî ji 6 noqteyan ve ketin qada Newrozê ku bi alên DEM Partiyê hatiye xemilandin. Welatî bêyî ku guh bidin barîna baranê, dest bi tijekirina qadê kirin. Welatiyan li ber dahol û zirneyan û stranên kurdî dest bi gerandina govendê kirin.    Li qadê gelek caran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek hate nîşandan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Di heman demê de welatiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.    GELEMPERÎ CIWAN IN   Tevlibûna ciwanan a pîrozbahiyên îsal de balê dikişîne. Ciwanên ku bi alên DEM Partiyê ketin qadê, bi stranên berxwedanê coşa qadê zêde kirin.    Yek ji mijara din a balê dikişîne jî tevlibûna zêde ya bi cil û bergên kurdî ye. Gelek welatî bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûne.    Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê bi wêneyê Kemal Kurkut kete qadê. Xwediyên marketên li dora qadê jî bûn hevparê coşa welatiyên diherikin qada Newrozê.