Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê 2024-03-21 08:48:59   SEMSÛR / COLEMÊRG - Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de bi sedan kesan li Semsûrê meşeke bi meşaleyan li dar xistin. Li Colemêrgê jî ciwanan ji bo bîranîna Mazlum Dogan agir vêxistin.    Şevê din li navçeya Kolik a Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê hat lidarxistin. Meş, ji hêla Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat organîzekirin. Bi sedan welatiyên li Parka Îbn-î Mîrzayê hatin gel hev, meşale vêxistin û bi pankarta “Newroz pîroz be, Rabe!” dest bi meşê  kirin.    Di meşê de alên DEM Partiyê hatin hilgirtin û beşdaran dirûşmên “Bimre koletî, bijî azadî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” berz kirin.    Li her kolanê meşvan ji hêla welatiyan ve bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan hatin pêşwazîkirin.    Meş heta pêşiya buroya pêwendîdanînê ya hilbijartinê ya DEM Partiyê bi dawî bû. Namzetê hevşaredariyê yê Kolikê Osman Ozbek li vir bangî gel kir û spasiya hemû kesên tev li meşê bûbûn kir. Ozbek, wiha got: “Newroz, berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî zilmê ye. Newroz, li Zindana Amedê berxwedana li dijî zilmê ye. Newroz, berxwedana gelê kurd a li dijî zilmê ye. Newroz, demokrasî ye, yekitî ye û hêza hevgirtinê ye.”    Gotinên Ozbek gelek caran bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate birîn. Di çalakiyê de dahol û zirne hatin lêxistin û welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin.    JI BO BÎRANÎNA MAZLUM DOGAN AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN    Duh bi şev li navçeya Gever a Colemêrgê jî Newroz hate pîrozkirin. Ciwanên ku hatin cem hev, ji bo bîranîna Mazlum Dogan ku bi sê zilikên şixarteyê Newroz pîroz kiribû, agirê Newrozê vêxistin û fîşekên hewayî teqandin.