Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin 2024-03-20 21:47:39   AMED- Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê resepsîyona Newrozê çêkir. Di resepsîyonê de hat destnîşankirin ku ji bo bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd divê guh li dengê civakê bê kirin.    Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê li Sûr a Amedê resepsîyona Newrozê çêkir. Gelek nûnerên saziyan û partiyên siyasî û pêkhateyên paltformê beşdarî resepsîyonê bûn. Daxuyanî bi zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî û bi zimanê tirkî hat dayîn. Ya kurmancî ji aliyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, ya kirmanckî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û ya tirkî jî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.    Metna daxuyaniyê wiha ye: "Newroz a ku mizgîniya hatina biharê dide, di heman demê de roja Kawayê Hesinkar ku li dijî zilma Dehaqê zalim serî hilda û bi agirê ku pêxistî mizgîniya azadiyê da gelê Mezopotamyayê ye. Kurd li ku dibin bila bibin, 21ê Adarê (wek di dema Kawayê Hesinker) de wê rojê bi kelecan pêşwazî dikin û bi coşeke mezin pîroz dikin. Lê belê weke salên dawî em vê Newrozê jî di nava şert û mercên ku li deverên cuda yên cîhanê, bi taybet li herêma ku em lê dijîn bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û zext û zilma li ser gelên bindest di asta hovane de didome de, derbas dikin.   Kurd her Newrozê weke destpêka serdemeke nû dibînin û hêviyên mezin li hatina wê dixin. Newroz li Kurdistanê bi salan bi qedexe,  xwîn û hêstiran hate bibîranîn. Tevî wan pêvajoyên dijwar û bi êş jî, Newroza sala 2013’an di warê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di nava gelên welêt de hêviyek mezin çêkir. Pêvajoya ku  bi ruhê Newrozê dest pê kir, berovajî hêviyên civakî, têk çû û li gelek bajaran; bi taybet jî niha qada ku em lê ne di Sûrê de, pêvajoyeke nû û dijwartir a pevçûnê derket. Li welêt dîsa behsa mirin, xwîn, hêsir, wêranî û koçberiya bi darê zorê hate kirin.   Tevî van hemû tiştên ku em dijîn jî divê em ji şer, pevçûn û tundiyê re bêjin NA û di aştiyê de israr bikin. Piştî hemû êşên ku hatiye sere me tenê tişta ku divê em li ser biaxivin AŞTÎ be. Berî demekê bi sedan rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî û karsazî yên ku herî dawî li Amedê hatin ba hev, careke din bi awayeke xurt behsa aştî û çareseriyê kirin û xistin rojeva xwe. Li vir ji bo pêkhatina îradeyeke nû ya çareseriyê bang li her kesî hat kirin û bi raya giştî re hat parvekirin ku di dema pêş de ji bo vê yekê ew ê gav a însiyatîfa bên avêtin. Bi boneya Newrozê em careke din tekez dikin ku nakokî û tundî ne çareserî ye û divê dengê ku ji civakê bilind dibe ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd were guhdarîkirin.   Li vê qada dîrokî, weke berê îro jî bi hemû alî û rengên xwe, bi hêstên ku Hêviya Newroz me digihîne hev, em bi hev re ne. Em ê ti carî dest ji parastin û domandina vê hevkariya watedar û binirx bernedin. Bi vê munasebetê em cejna Newrozê li hemû gelê Kurdistanê û hemû gelên ku vê cejna xweş hembêz û pîroz dikin, pîroz dikin.   Newroz Azadî ye, Newroz Biratî ye, Newroz Hêvî ye, Newroz Aşitî ye.   Newroz pîroz be..."