Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê? 2024-03-20 21:24:48   ENQERE - Emîne Şenyaşar li ber wezaretê bang li wezîrê dadê kir û got: “Çima xwe vedişêre? Ma edelet tê veşartin? Ez ji bo edeletê biçim ku derê?”   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 56’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar dovîza ‘Edeleta dereng tê zilm e. Edeleta ku malbata Şenyaşar lê digere wê rojekê ji bo her kesî pêwist bike. Nobeta me di roja 56’an de ye’ hilda. Ma edelet tê veşartin?   Şenyaşarê li ber wezareta dadê bang li wezîrê dadê kir û got: “Çima xwe vedişêre? Ma edelet tê veşartin? Ka zarokên min? Li nexweşxanê mirov tên qetilkirin? 6 sale em li bendê edeletê ne. Yên zarokên min kuştin li derve ne. Kurê min hîn agirtiye. Êşa min têr nekir kurê min girtin. Ez ji bo edeletê biçim ku derê?”   Malbatê fitara xwe li wir vekirin û derbasî meclîsê bûn.