Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin 2024-03-20 19:51:27   STENBOL- Di bîranîna ku Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 104’an a Komkujiya Pirsûsê de pêk anî, careke din daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin.   Suruç Aileleri İnisiyatifi, Kobanêli çocuklara oyuncak götürmek için Riha’nın Pirsûs (Suruç) ilçesinde bulunan Amara Kültür Merkezi’nde IŞİD'in bombalı saldırısı sonucu yaşamını yitiren 33 sosyalisti, katliamın 104'üncü ayında Kadıköy’de bulunan Halitağa Caddesi’nde andı.   Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, 33 sosyalîstên ku di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de li Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûs a Rihayê jiyana xwe ji dest dan, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê bi bîr anî.    Xizmên kesên hatin qetilkirin, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), namzetê Hevşatredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Mûrat Çepnî jî tevlî çalakiya meha 104'an a komkujiyê bûn. Di bîranînê de pankarta "Bila dilê me ji bo edaletê lê bide" hat vekirin û dowîzên wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser hatin hilgirtin. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Pirsûsê ji bîr neke", "Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" û "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" hatin berzkirin. Endama SGDF'ê Hîvda Selen daxuyaniyê xwend.   Selenê diyar kir ku 104 meh in banga wan a edaletê bêbersiv maye û got: "Em ji bo daxwazên xwe yên herî biçûk ên di doza qetlîamê de bi mehan li ber xwe didin. Me hemû mafên ku di pêvajoya dozê de bi dest xistin, ne li hêwana dadgehê li kolan û qadan bi dest xistin. Me ev yek di encama têkoşîna bi biryar a malbat û hevalên me de bi dest xist. Pêvajoya dadgehê hê bi dawî nebûye. Heta kujerên rastî û yên ku alîkariya wan dikin bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin"   Selenê bal kişand ku meha Adarê meha komkujiyan e û got: "Li vê xakê bi salan e ji bo qetlîamên Beyazit, Helepçe û Gaziyê edalet tê xwestin. Doza qetlîamên Beyazît û Gaziyê hat tepisandin û kiryar nehatin cezakirin."   Selenê bi bîr xist ku 11'ê Adarê salvegera mirina Berkîn Elvan e ku di Berxwedana Geziyê de hat qetilkirin û got: "Ev 10 sal in ji bo Berkîn Elvan têkoşîna edaletê tê meşandin. Di doza Berkîn Elvan de jî wekî doza Pirsûsê dîmenên kamerayan hatin windakirin. Bi biryara veşartî ya li ser dosyeyê hewl hat dayîn ku delîl bên veşartin. Malbata Elvan û parêzerên wan xwestin polîsê ku bombeya gazê avêtiye bi sûcdariya 'kuştina bi qesdî' bê cezakirin. Heyeta dadgehê ev daxwaz red kir. Der barê dê û bavê Berkîn Elvan ê ku 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin, bi hinceta daxuyaniyan doz hat vekirin."   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê dest pê kir. Çalakî bi xwendina navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.